Li Herema Rojhilate Andoluye bihare berf bari ü li der ü dora Qesra İshaq Paşa ya li Bazida navçeya Agiriye dimenen xweşik derketin hole.
Li hereme ji ber berfa ku 3 roj in li berevajiye demsale dibare der ü dora Qesra İshaq Paşa ya di Listeya Berwext a Çanda Mirata Dinyaye ya UNESCOye da ci digre xeliya sipi li xwe kir.
Qesr di heyama Osmaniyan da li Anadoluye hatiye çekirin, di qesre da 116 ode, tirbe, mizgeft, sür, hewşen derva ü hundir, diwan ü salonen hereme hene. Bi barina berfe va qesr di nav mij ü berfe da ma ü dimenen balkeş derketin hole.
Ji ber ku qesr li ciyeki bilind e ligel bihare şert ü mercen hewaya zivistane li we dere heye. Der ü dora qesre bi berfe va çil ü sipi bü ü ziyaretvan şaş ü metel man.
Kelha Urartuyan a 3 hezar sali ü Mizgefta Bayediz a Bere yen li nezi qesra diroki ji bi berfe va xeli li xwe kirin.
Avahiyen li dore ü qesra diroki yen li herema weki "beşika şaristaniye" te zanin her demsale ji gelek türşstan eleqeyemem mezin dibinin. -
|