Qesra İshaq Paşa ya li Bazida navçeya Agiriye di betlaneya Eyda Qurbane da eleqeyeke mezin dibine.
Qesra İshaq Paşa ya li Rojhilate Anadoluye bi dirok, mimari ü ihtişama xwe dereke muhim ya turizme ye her sal bi hezaran geştiyaren biyani ü xwemali diezimine.
Qesra İshaq Paşa ya 7 kilometro düri Bazide ü li ser gireki hezar ü 900 metro bilind e hatiye avakirin minakeke taybet ya mimariya dema Osmaniyan e ü di Eyda Qurbane da geştiyaren biyani ü xwemali diezimine.
Malbaten betlaneya eyde wek firsend dibinin ten serdana Qesra İshaq Paşaye ku te da 116 ode, turbe, cami, sür, hewşa hundir ü derva, divan ü salonen hareme hene ü di Listeya Demki ya Mirateya Cihane ya UNESCOye da ci digire.
Welatiyen ten serdana qesre ji ber tevdiren virusa koronaye ya nü (Kovid-19) pişti ku kelekela cane wan te pivandin maske didin ber deve xwe ü li gor mesafeya fiziki di nav qesre da digerin.
Ji bona geştiyaran li ber dere qesre dezenfektan hene.
Ji geştiyaran Burhan Demir daxuyani da nüçegihane AAye ü destnişan kir tevi xanima xwe di betlaneya Eyda Qurbane da derketina gera li rojhilate.
Demir diyar kir ji Adiyemane bi re ketine ü wiha got: "Pişti Sert, Diyarbekir, Tetwan ü Wane hatine ve dere. Me zehf dixwest em Qesra İshaq Paşa bibinin. Dereke diroki ü xweş e."
İsmail Yassubugaye ji Stenbole hatiye ji destnişan kir gelek kefxweş in ku hatine ditina ve qesre ku li Tirkiyeye pişti Topkapiye qesra heri mezin e. -
|