Qedayifa badayi şeraniyeke kevnar a Diyarbekire ye ü hosteyen qedayife we di çarçoveya tevdiren virusa koronaye ya nü (Kovid-19) da di meha remezane da ji şeraniye bigihinin ser sifreyen fitare.
Hosteyen qedayife ku be navber ve tehma kevnare a sedsalane çedikin, seba remezane dest bi mesaiye kir.
Saziya Patent ü Marqeyan a Tirk 4 sal bere ev şerani tescil kir. Ji bo ve şeraniya ku bi fistiq, güz, to ü pener ji çedibe, sparişan dest pe kir.
Hosteyan ji di çarçoveya tevdiren şewbe da xebaten xwe zede kirin.
Qedayif rojane te çekirin ü ji mişteriyan ra te şandin. Enqere, Stenbol di seri da ji bajaren cuda yen Tirkiyeye ji spariş ten dayin.
Karigere dezgeha qedayife Lutfu Karacaoglan daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir, di meha remezane da firotina qedayifan zede dibe ü ew ji bo ku xwe bi sparişan ra bigihinin, zede dixebitin.
Karacaoglan diyar kir, "Mesaiya me ya remezane dest pe kir. İnşeallah em e xwe bi sparişen gele xwe ra bigihinin ü şeraniye bigihinin wan." ü daxuyand ku ew e di nav paketan da ji mal ü kargehan ra serwise bikin.
Hosteye qedayife Mahmut Akdivar ji got ku 17 sal e ew vi kari dike ü li ber deste bave xwe feri vi kari bü.
Akdivar daxuyand, ew li gor daxwaze fistiq, güz, to dixin hevire ku weke tel tel hatiye amadekirin, paşe li hev depeçin, badidin ü dipejin, 45 deqiqe pişti pehtine ji şerbeta we di ser da dikin. -
|