Qaşo "emire tenduristiye" ye rexistina terore DEAŞe Kefah Basheer Hussain ü 14 berşiken ku di nave da du kesen ku bi bultena sor li wan digerin ji hene, di operasyonan da hatin binçavkirin. Ji berşikan 13 je ji aliye dadgehe va hatin girtin.
Li gori agahiya ku ji çavkaniyen ewlekariye hat wergirtin, ekiben Şaxa İstixbarate ü Şaxa Diji Terore yen Midüriyeta Ewlekariya Şanliurfaye li ser istixbarata ji herema di kontrola rexistina terore PKK/KCK ü PYD/YPGye di çarçoveya agahiya wan da komeke DEAŞi ku di nave da serkirde ji hene we bi alikariya qaçaxçiyan ji Süriyeye derbasi Tirkiyeye bibin, operasyon dan destpekirin ku berşikan binçav bikin.
Di operasyonan da 12 kesen ku ji Süriyeye derbasi Tirkiyeye bün ü herwiha 2 kesen ji Süriyeye yen ku alikariya van kir, hatin binçavkirin.
Di lekolinan da hat tesbitkirin ku ji berşikan 7 je ji Cezayire, 2 je ji Süriyeye, 2 je ji Iraqe, yek je ji Hollandaye, yek je ji Fase, yek je ji İngiltereye ü ye mayin ji ji Misre ne.
Eşkere bü ku berşike ji Iraqe Dr. Kefah Basheer Hussain di ifadeya xwe da diyar kir ku qaşo emire tenduristiye ye DEAŞe bü. -
|