Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 16/04/2024 21:53 
News  > 

"Qasidên aştiyê" yên Başûrê Rojhilatê welêt malbatên neyar li hev tînin

15.09.2021 14:41

Li Herema Başüre Rojhilate Anadoluye pişti şer ü pevçünen ku ji ber hinceten cuda derketine, di navbera malbatan da neyarti dest pe dike ü carina bi salan dewam dike. Ji bo ku ev neyarti kuta bibe "qasiden aştiye" bi malbaten neyar ra hevditinan dikin ü paşe wan li hev tinin.

Li hereme bi salan e ji ber gelek sedemen weki erazi, revandina keçan, çerandina heywanan şer ü pevçün derten ü paşe malbat li hev dibin neyar. Heta niha ji ber van neyartiya gelek kes hatine kuştin, jin bi, zarok ji sewi mane.

Li hereme gelek kesan ji ber neyartiye koç kiriye ü çüne bajaren din. Neyratiya ku bi salan dewam dike, dibe sedema pirsgireken telafiya wan ne pekan e.

Zilamen ku mecbüri dewe ü doza xwine digerinin an di erişan da ten kuştin an ji ji ber ku neyaren xwe dikujin, dikevin hebse ü ji bo jin ü zaroken wan jiyaneke dijwar dest pe dike.

Neyarti ü dozen xwine weki birineke civaki ne ü ji bo ku bi dawi bibin rispi, amiren dewlete, alimen din, nüneren civaka sivil dikevin dewre ku neyaran li hev binin. Kesen ku dikevin navçetiye carinan bi salan tekoşine didin ku neyarti kuta bibe.

"Qasiden aştiye" carina werin qewirandin, carinan rasti bertekan werin ji bi aqle selim, sebir ü birdyardari tevdigerin ü seba hin hevditinan çendin kilometre re diçin ü di encame da bi ser dikevin.

Li hereme heta niha bi saya van teşebisan bi sedan malbat hatin qanikirin ü li hev hatin. Malbaten ku lihevhatine qebül dikin bi merasime deste xwe didin hev, li ser heman sifreye xwarina aştiye dixwin ü li hev ten.

Bi lihevhatina malbaten neyar va peşi li ber kuştinan ü mexdürbünan ji hat girtin.

"Em di pevajoya aştiye da hewildaneke mezin didin"

Li Diyarbekire Hasan Arslane mezine malbata Hesenan daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku çi qas ji deste wan te, ew li hereme malbaten neyar li hev tinin.

Arslan diyar kir ku ew di "pevajoya aştiye" da hewildaneke mezin didin ü got ku bi gelemperi aliye ku dibe sedema mexdüriyete ten cem wan ü seba çareserkirina büyere ji wan alikariye dixwazin.

Arslan got ku ew timi bi malbatan ra hevditinan dikin ü wiha dewam kir, "Em her du aliyan ra ji diaxivin ü wan qani dikin, paşe li hev tinin. Paşe seba lihevhatine xwarineke aştiye te dayin ü te da her du ali ji bine Qur'ana Piroz ra derbas dibin, sond dixwin ü li hev ten. Em ji pir kefxweş dibin."

Arslan destnişan kir ku carinan ew rasti bertekan ji ten, heta ten qewirandin ji, le digel van ew ji ya xwe nayen xware ü hewl didin ku aliyan li hev binin.

"Ji bo çareserkirina doza xwine ya 50 sali ji em hewl didin"

Arslan destnişan kir ku ji ber dozen xwine tevli kesen dimirin yen dikevin girtigehan ji hene ü wiha domand: "Lazim e ew li hev ben. Dewlet wezifeya xwe dike. Yek te kuştin ü yek ji dikeve girtigehe. Endamen din en malbate li derva diminin ü wan ji rika xwe kutaye hev. Ji ber ve ji em wan li hev tinin ku mesele çareser bibe. Heke büyer büyereke sed sali be ji zanin ku çareseri aşti ye ü dibejin em li hev bikin. Em ji diçin ü wan li hev tinin. Bi tene ne li Diyarbekire em diçin bajaren din ji. Hin caran beri pevçüne xeber ji me ra te ü em diçin mijare çareser dikin. Ji bo çareserkirina dozeke me ya 50 sali ji em dixebitin ü heke dema aşti pek te heri zede em kefxweş dibin. Biçük mezin ferq nake büyer büyer e ü dema lihevkirin pek be meriv şa dibe. Çend sal dibe bila be ji bo çareserkirina her nelihevkirine em hewl didin ü deriye me li herkesi vekiriye."

"Li ke dere büyerek biqewime em diçin ü mudaxele dikin"

Ji rispiyen malbata Şahinan Mehmet Sait Gulçer got ku ew dixwazin bila di nav malbatan da dozen xwine çenebin ü wiha pe da çü: "Dema di navbera du malbatan da büyerek rü dide em diçin ü dikevin nava wan ü ji bo mesele mezin nebe hewl didin. Esker ü poles ji mudaxeleyi mijare dikin ü naxwazin ku büyer mezin bibin. Le digel ve dema büyerek biqewime ji bo mexduriyeteke nü çenebe em tevdiran ji hildidin ü kesen tevli süc büne ji we dere dür dixin. Dema li heman taxe bin ji ji bo ku rasti hev neyen em tevdiran hildidin. Di büyeren wiha da pirani aliye tevli süc büye te ji me rica dike ku em bibin navbeynkar ü doze hel bikin. Wek rispiyen hereme ji bo çareserkirina dozan ji em hewl didin ü hin caran dozen bi salan dewam kirine çareser dikin ü aşti pek te ü malbat li hev ten."

Gulçer destnişan kir ku di hewl ü xebaten xwe da ew bi tene ji bo xera Xwede hewl didin ü tu bendewariyeke wan tuneye ü wiha dewam kir: "Hin dozen xwine bi salan dewam dikin. Qanikirina wan zehmet e. Heta niha em tevli gelek dozan bün ü piraniya wan ji me çareser kir."

"Tu dozeke me bi aştiye çareser kir xirab nebü"

Li Batmane Enver Kiliçarslane Seroke Alim ü Medreseyan got merkuji di civake da behizüriye derdixe.

Kiliçarslan destnişan kir ku bere xundari zede bü dibü sedema mexdüriyeten mezin, gelek kes hatin kuştin, neheqiye mezin hatin kirin, hema beje dijminan firsenda jiyane nedan hevdu.

Kiliçarslan got hin caran kesen elqeya wan bi büyere tunebün ji ber ku eqrebe bün hatin kuştin ü wiha axivi: "Ji ber xundariye gelek kes dihatin kuştin, neheqi dihat kirin, malen hevdu talan dikirin. Li gund çiqas eqrebeyen wan hebüna malen giştan dihatin şewitandin."

Kiliçarslan got weki rispiyen civate ji bo xundaran li hevvdu binin çi ji deste wan te dikin, hin caran ali dixwazin navçetiye bikin hin caran ji beyi daxwaza malbatan ji bo lihevhatine tevdigerin.

Enver Kiliçarslan wiha pe da çü: "Em bi aliyan ra diaxivin, wan li hev tinin. Dema rispiyen hereme navçetiya dozan dikin mesele mezin nabin ü ten çareserkirin."

Kiliçarslan got ji bo rizaya Xwede hewl didin ü wiha got: "Hetani iro tu dozeke me bi aştiye çareser kir xirab nebü, aliyan aşti binpe nekir."

"Di encama dozen direj da aşti hin caran bi zewace ji pek te"

Murat Nergize waize pispor e li Serte ji got İslam dine aştiye ye.

Nergiz got, "Xwede Teala dibeje, mumin xuşk ü birayen hev in. Navçetiya xuşk ü birayen xwe bikin ü wan li hev binin. Ligel ve di navbera Mislimanan da niqaş derdikevin. Hin caran niqaş dibin merkuji. Peşilebirina van ji disa emre dine me ye."

Nergiz wiha pe da çü:

"Di navbera malbaten li hev tinin da tekiliyeke wisa çedibe ku paşe ji hevdu qizan dixwazin ü dizewicin. Di aştiye da selamet, ewlehi ü hizür heye. Meriv hers dikeve, nizane ku çi dike, hişe merivan li sere merivan nabe ü paşe ji poşman dibe. Dema herin li girtigehan ji wan bipirsin ew e bejin xwezila me gura mezinen xwe bikira. Dibe guh bidin mezinan. Li hereme hin dewen xune 10, 15 20 salan dewam dikin. Di encama dozen direj da aşti hin caran bi zewace ji pek te." -



 
Latest News





 
 
Top News