Seroke Dewleta Rüsyaye Vladimir Putin ü Serokomare İrane İbrahim Reisi bi telefone der bare rewşa Rojhilata Navin da axivin.
Li gori daxuyaniya Kremline, Putin li ser daxwaza İrane bi Reisi ra bi telefone axivi.
Di axaftine da behsa rewşa Rojhilata Navin ya pişti erişa İsraile ya diji nüneratiya diplomatik ya İrane ya li Süriyeye ü tevdiren ku İrane ditin, hat kirin.
Putin got dive hemü ali bi aqleki selim tevbigerin ü re nedin aloziyen nü yen ku we ji bo tevahiya hereme bibin sedema aloziye ü encamen xirab.
Serokomare İrane Reisi ji destnişan kir ku ev tevgeren İrane mecburi ü sinordarkiri ne ü ew ji naxwazin ku di dahatüye da rageşi zedetir bibe.
Her du serokan diyar kirin ku çaresernekirina pirsgireka Filistin ü İsraile li Rojhilata Navin bü sedema büyeran.
Putin ü Reisi anin ziman ku dive Rüsya ü İran bi lezgini agirbesta li Xeta Xezeye pek binin, ji bo çareserkirina krize bi reyen siyasi ü diplomatik çebikin ü zehmetiyen insani sivik bikin.
Di axaftine da behsa tekiliyen İran ü Rüsyaye ji hat kirin, hat gotin di dahatüye da di gelek qadan da dive hevkari be zedekirin.
Putin Eyda Remezane ya Reisi, gele İrane ü hemü Misilmanan ji piroz kir. -
|