Hat ragihandin Seroke Dewleta Rüsyaye Vladimir Putin ji ser telefone bi Prense Weliehd e Erebistana Siüdi Mihemed bin Selman ra axivi ü der bare erişa li ser tesisen Saudi Aramcoye, qise kir.
Di daxuyaniya ji Servisa Çapemeniye ya Kremline hat dayin da hat gotin ku Putin ü Selman bi telefone axivin.
Hat gotin ku di axaftine da erişa diji tesisen şirketa nefta neteweyi ya Saudi Aramcoye qewimi bü hat qisekirin ü Putin ragihand ku "ji bo erişe dive lepirsineke berfireh ü beali" be kirin.
Herdu ali li ser rüdanen di bazara vejene ya kurewi da pek ten ji sekinin ü daxuyani wiha dewam kir: "Herdu aliyan ji pesend kir ku ew e ji bo peymana Rexistina Welaten Nefte İxrac Dikin be sepandin ü istiqrara bihayen nefte yen kurewi bidome we hevkariya xwe bidominin."
Erişa diji tesisen Saudi Aramcoye
Roja şemiye li gor saeta heremi sere sibe di 04.00an da bi firokeyen befirokevan en çekdar va erişi 2 tesisen şirketa neteweyi ya nefte ya Erebistana Siüdi Saudi Aramcoye kiribün ü pişti erişe agir bi tesisan ketibü.
Hüsiyan daxuyaniya niviski dabün ü ima kiribün ku wan eriş kiriye. -
|