Testa Weliehde İngiltereye Prens Charles a virusa koronaye ya nü (Kovid-19) pozitif derket.
Di daxuyaniya ofisa Prens Charles da hat gotin weliehde 71 sali ji ber hin semptomen nexweşiye çend roj in ji male dernakeve ü li wir dixebite, rewşa wi ji baş e.
Hat gotin testa jina wi Camillaye negatif derketiye, ji ber peşniyaza doxtoran ü hikümete Prens ü jina wi li İskoçyaye xwe ji civake tecrid kirine.
Hat destnişankirin Prens di rojen dawin da ji ber wezifeya xwe gelek kesan ra hevditin kiribü, ne mumkin e ku be tespitkirin ka virus ji ki gihiştiye wi.
Keybanü Elizabeta duyemin Londra terikandibü
Keybanü Elizabeta duyemin a 93 sali ji di 19e adare da Londra terikandibü ü çübü Keleha Windsore ku avahiye malbata qraliyeta İngilizan e.
Çapemeniya İngiltereye daxuyandibü hevditina keybanüye ü ya Serokwezir Boris Johnson a ku heftane te kirin we heta demeke bi telefone be kirin.
Li İngiltereye hejmara kesen ji ber Kovid-19ye mirin duh ji 335an derketibü 422an. Hejmara kesen bi ve nexweşiye ketine ji gihiştibü 8 hezar ü 77an. -
|