Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan: "Di navbera Birez Trump ü Netahyahu da gave ji bo Qudse hat avetin ü plana wek 'plana aştiye ya sedsale' te nişandan projeya dagirkeriye ye."
Erdogan li Parlamentoya Pakistane di civina hevbeş ya Meclisa Neteweyi ü Senatoye da axivi.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku me alikariya xelke Pakistane ku di şere me ye rizgariye da ji nane xwe ji me ra şandin ji bir nekiriye ü niha ji ji bona me Keşmir wisa ye.
Erdogan destnişan kir we di civinen Heza Wezifeye ya Xebaten Mali da desteke bidin Pakistana ku dixwazin hildin bin zexta siyasi ü got ku di şere diji terore da em e desteka xwe ya ji bona Pakistane bidominin.
Serokomar Erdogan der bare Herekata Kaniya Aştiye da destnişan kir kesen dema te xeberdane demokrasi ü mafen mirovan bi heviya tu kesi nahelin ji bo xilaskirina teroristan seferber dibün ö got ku le Pakistan di ve tekoşina mafdar da li cem Tirkiyeye cih girt.
Erdogan diyar kir armanca hewldanen wan yen dawin yen ji bona İdlibe ew e ku nehelin 4 milyon mezlüm di bin bombeyen warele yen rejime da can bidin ü got ku ji Libyaye hetani Yemene armanca Tirkiyeye ew e ku li heremen le pevçün hene xwine, zilme ü hesren çavan bide sekinandin.
Serokomar Erdogan diyar kir pirsgireka Keşmire ne bi pevçün ü tundiye encax bi edalet ü heqaniyete dikarin çareser bikin ü got ku Tirkiye di meseleya Keşmire da we her dem li cem edalet, aşti ü çareseriya bi reya diyaloge be.
Erdogan der bare "plana aştiye ya sedsale" ya Donald Trumpe Seroke Amerikaye ü Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu da wiha got: "Di navbera Birez Trump ü Netahyahu da gave ji bo Qudse hat avetin ü plana wek 'plana aştiye ya sedsale' te nişandan projeya dagirkeriye ye." -
|