Pizavan Hakki Akdeniz e bi esle xwe ji Tirkiyeye ye ü li New York a bajare Amerikaye xwedi 7 dikanen pizaye ye layiqe xelata penabere serfiraz hat ditin.
Xelata penabere serfiraz ji hela Komeleya Penaberen Amerikaye ü Ellis Island Honors Societye va ev cara ewile ku isal te dayin ü we xelate ji Akdeniz qezenc kir.
Ji bo xelat dayine bi nave "Beacon Awards" merasim hat kirin ü Cerahe Tirk Dr. Mehmet Oze li Amerikaye diji ji peşkeşkirina merasima xelat dayine kir.
Seroke Komeleya Penaberen Amerikaye Murat Koprulu diyar kir ew cara ewile ji bo xelat dayine merasimeke wiha organize dikin. Koprulu destnişan kir ku ew dixwazin xelate bidin penaberen ciwan ü pengaven nü.
Hakki Akdenize Diyarbekiri ku xelata ewil qezenc kir li bajare New Yorke xwedi 7 dikanen "Champion Pizza"ye ye ü ew heri zede ji bi alikariya dide feqir ü bemalan va te naskirin.
Akdeniz pişti ku xelat hilda daxuyani da nüçegihane AAye ü got: "Di sala 2001i da dema ez hatim Amerikaye li ser min ji bo kirina keriyek piza bi qasi dolarek pere tunebü le niha ez her rojen çarşemiye bi sedan keri piza, sol, cil ü berg ü pewistiyen din didim bemal ü kesen hewcedar. Ez çiqas didim ewqas ji qezenc dikim."
Di dema merasima xelat dayine da Akdeniz got ku demeki ew ji bemal bü ü qala çiroka jiyana xwe kir.
Di axaftina xwe da Akdeniz got ku Walitiya New York ü Şaredariya New Yorke ji di nav da ji gelek saziyan bi qasi 12 xelat qezenc kir. -
|