Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiye da pişti ku navçeya Til Ebyade ji terore hat safikirin, sivilen ku mecbür mabün ji navende ü gundan derketibün, vedigerin malen xwe.
Li Til Ebyade jiyana rojane her roj normalize dibe.
Li gor dimenen ku ji hela nüçegihanen AAye va hatin kişandin, firin, market, restoran ü dikanen cil ü pelavan vekirine.
Li kolanen navçeye jin ü zarok ji di nav de gelek sivil ji dikanan tiştan dikirin ü difiroşin.
Ji hela din va hat ditin ku alayen YPG/PKKya rexistina terore ji gelek ciyan hatine paqijkirin.
Sivilen ku ji ci ü waren xwe derketibün, cardin vedigerin malen xwe. Sivilen li ser kamyonan ü vedigerin navçeye gotin ew ji ber rizgarkirina Til Ebyade geleki kefxweş in.
"YPG/PKKye ci ü waren me kirin cehenem"
Ji sivilan keseki xelke Til Ebyade daxuyani da nüçegihane AAye ü wiha got: "YPG/PKKye cehemem nişani me da. Dema em dihatin navçeye nedihelan em bi wesayiten xwe bikevin navçeye. Di her hatin ü çüyina me da ji me pere distandin."
Rewşa Til Ebyade
Navçeya ku piraniya şeniyen we Ereb in ü li ser Reqaye ye di Hezirana sala 2014an da ji hela DEAŞe va hatibü dagirkirin.
YPG/PKKya ku dagirkirina DEAŞe ji xwe ra wek fersend dit çav kuta Til Ebyade ü bi piştevaniya hewayi ya Amerikaye va navçe hilda bin kontrola xwe. -
|