Li Serte serac Aydin Kiliç (50) pişeye ku ji bave xwe hin büye, feri kure xwe dike.
Kiliçe ku di 10 saliya xwe da li Süka Helewfiroşan a Diroki li cem bave xwe ye serac dest bi kar kiriye, 40 sal e bi kef ü şadi pişeye xwe didomine.
Kiliçe nünere dawin e seraciya ku wexteki li Serte pir berbelav bü ü niha li ber jibirbüyine ye, pişeye ku ji bave xwe fer bü, digel teknolojiya peşketi he ji berdewam dike.
Kiliç di encama xebateke bi saetan dürdirej da kulike hespan, paldim, qayiş, dizgin, gem ü qamçiyan çedike ü pe debara malbata xwe dike.
Kiliç ji bo ku neye jibirkirin, hürguli ü noqteyen muhim en pişeye feri lawe xwe Omer Kiliç dike.
Serac Kiliç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da destnişan kir ku wi di heyama dibistana seretayi da alikariya bave xwe dikir ü wisa feri vi pişeye bü.
"Ji ferkirine zedetir meriv bi temaşekirine hin dibe"
Kiliç diyar kir ku ew dixwaze pişeye xwe ji kure xwe ra bihele, ew e di nav du salan da hemü hürgiliyen vi pişeyi feri Omer bike ü dev ji kar berde.
Kiliç destnişan kir, tene reyeke ferbüna vi pişeyi heye ku ew ji temaşekirina hoste ye ü wiha dewam kir:
"Omer ji leşkeriye hat, saleke live dere dixebite. Ez hedi hedi kar feri Omer dikim. Dile min heye ez du sal şünda teqawid bibim. Pişeye me ji ferkirine zedetir meriv bi temaşekirine hin dibe. Min li deste bave xwe niheri ü ez hin büm. Heke ku ez teqawid bibim ji ez e herim dikane werim, kure min e Omer we çeke, dema ku nikaribe ji ez e alikariye bidime."
"Ez kefxweş im ku feri vi kari büm"
Omer Kiliç ji diyar kir ku ew naxwaze pişeye bav ü kale wi ji hole rabe ü wiha dewam kir:
"Ez ji ji vi kari geleki hez dikim. Tişteki pir xweş e ku meriv di jiyane da feri tiştan bibe ü çeke. Dile min heye ez vi pişeyi bidominim. Min ji pişeye bave xwe neqand. Eşqa min bi vi kari ra te. Pişti bave min li Serte ji bili min kesek tuneye ku vi kari bidomine. Ez kefxweş im ku feri vi kari büm." -
|