Li Erdexane Pireya Erdexane ü Pireya Kevir ya Yurtbeklere ku diroki ne ü bi deste Rüsan hatine çekirin xemla Erdexane ne ü bale dikişinin.
Erdexana bajare Herema Rojhilate Anadoluye ku bi tebiet ü diroka xwe derdikeve peş bi pireyen diroki yen li ser Çeme Kura ü Çeme Posofe hatine çekirin li benda geştiyaran e.
Pireyen diroki yen büne sembola Erdexane he ji li pe ne.
Pireya Erdexane ya di destpeka sedsala 20an da bi deste Rüsan ji polaye hatiye çekirin ü salek bere bi deste Şaredariya Erdexane hat restorekirin Taxa Xelil Efendi ya bere ü navenda bajer digihine hev. Pireya 3 lingen we hene di salen dawin da bi kiliden eşqe ku pe va dikin dişibe Pireya Reya Trene ya Hohenzollerne ku 410 metro direj e ü li Kolna bajare Almanyaye ye.
Pireya Kevir ya Yurtbeklere ya ku Rüsan dawiya sedsala 19an li ser Çeme Posofe çekeriye bi mimariya xwe balkeş e.
Efsal Alantare Midüre Çand ü Türizme ye Erdexane daxuyani da nüçegihane AAye ü destnişan kir Pireya Erdexane ya li ser Çeme Kuraye pişti xebaten restorasyone bale dikişine ü got ku li derdora pireya diroki Keleha Erdexane ya 2 hezar sali ü Qişleya Eziziyeye ya 200 sali hene.
Alantar diyar kir Pireya Kevir ya Yurtbeklere li ser sinore Gurcistane ye ü di dawiya sedsala 19an da bi deste Rüsan hatiye çekirin ü got ji ber ku li ser guzergahe ye heta iro hatiye parastin. -
|