Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 28/03/2024 17:59 
News  > 

Pîra Tlaîbê: "Heger bihata min ê jê ra pez serjê bikira"

17.08.2019 15:23

Muftiyye Tlaîba pîra Rashîda Tlaîba Endama Meclisa Nûneran ya Amerîkayê ku Îsraîlê lê qedexe kiriye ku bê welêt û bikeve Filistînê destnîşan kir heger dev ji hatina Şerîeya Rojava bernedaya wê ji neviya xwe ra pîrozbahî çêkira.

Muftiyye Tlaiba pira Rashida Tlaiba Endama Meclisa Nüneran ya Amerikaye ku İsraile le qedexe kiriye ku be welet ü bikeve Filistine destnişan kir heger dev ji hatina Şerieya Rojava bernedaya we ji neviya xwe ra pirozbahi çekira.

Muftiyye Tlaiba li beldeya Beyt Ur el-Fevgaye ya li rojavaye Ramallahe diji ji ber ku neviya we ji ber "şert ü mercen zexte" yen İsraile dev ji serdana malbata xwe ya li Şerieya Rojava berda der bare mijare da daxuyani da nüçegihane AAye.

Tlaibe destnişan kir ji ber zexten İsraile piştgiriye dide biryare le ji ber ku we neviya xwe nebine xemgin e ü wiha got: "Wexta me ziyareta Rashidaye bihist ji bona peşwazi bikin me dest bi amadehiyan kir. Min dixwest ji bona we pirozbahiye çekim ü pezeke serje bikim."

Muftiyye Tlaibe got wek diyari ji bona neviya xwe cil ü bergen edeti ye Filistine amade kirine.

Basim Tlaibe xale Rashida Tlaibe diyar kir malbat qebül nake İsrail ji bona ziyarete şert ü mercan deyne.

Tlaib diyar kir heqe Rashidaye heye ku malbat ü welate xwe ziyaret bike ü got ku le hezen dagirker naxwazin denge kesen li hember wan derdikevin ü piştgiriye didin heqen Filistiniyan derkevin.

Pişti ku İsraile ragihandibü ziyaret heger li gor hin şert ü mercan be mimkün e be qebülkirin Rashida Tlaibe li ser hesabe xwe ye Twittere diyar kiribü ji ber ku ev bi helwesta we ya diji "cudakariya nijadi" ra li hev nake ziyareta xwe betal kiribü ü wiha gotibü: "Ji ber ku ev azadiya min sinor dike we pira min ji ve serdane qebül neke."

Roja pencşeme di daxuyaniya Tel Avive da hatibü destnişankirin ji ber ku du endamen Kongreya Amerikaye armanca wan ew e ku piştgiriye bidin fikra boykotkirina İsraile ziyareta wan ya li axa Filistine hatiye redkirin. Peyra di daxuyaniya fermi da hatibü diyarkirin ku Rashida Tlaib bi tene dikare pira xwe ziyaret bike. -



 
Latest News





 
 
Top News