Li Karabaglara navçeya İzmire pira 75 sali ya nebina ku nezi du meh bere kure we lexist ü li nexweşxaneye tedawi dibü, mir.
Gorgun Baştosuna 75 sali, li taxa Eskiizmire li cem kure xwe diji ü ji ber ku keçen we je xeber hilnedidan, di 25e tirmehe da bi ekiben Midüriya Asayişa Navçeya Karabaglare ra çün male ü ditin ku li diya wan xistine ü birindar radize.
Ji ber ku ekiben tenduristiye gotin ku talükeya we heye, pire rakirin Nexweşxaneya Perwerde ü Lekoline ya Ataturk a Zaningeha İzmir Katip Çelebiye, paşe ji wir ji sewqi nexweşxaneyeke taybet kirin.
Bekir Baştosune (50) kure pire ji ji ber ku jina xwe berdaye ü bi idiaya ku pirsgiren wi yen psikolojik hene, hat binçavkirin.
Bekir Baştosun li emniyete süce xwe qebül nekir ü got ku diya wi ketiye. Ekiben Midüriya Asayişa Navçeye lekolin kirin ü li gor ifadeya şahideki, mehkemeye biryara girtina kure pire da.
Li gor gotine Gorgun Baştosun ji nezi du mehan e li nexweşxaneye tedawi didit ü duh evare mir.
Cesede Baştosune ji bo ku sedema mirina we were tesbitkirin rakirin morga Saziya Tiba Edli ya İzmire. -
|