Revebiriya Herema Kurdistana Iraqe daxuyand ku li ser rebeja Hewler-Kerküke di navbera peşmergeyan ü hezen ewlekariya Iraqe de pevçün derket ü di 10 hummer ü heri kem 2 tank hatin imhekirin.
Di daxuyaniya Ajansa Ewlekariye ya HKIye de wiha hat gotin: "Peşmergeyan li der ü dora gunde Karabaxe ya ku neziki Pirdeya Kerküke 10 hummer ü 2 tanken arteşa Iraqe ü Heşdi Şabi imhe kirin."
Sedema erişa arteşa Iraqe di daxuyaniye de wiha hat eşkerekirin "hezen ewlekariya Iraqe dixwaze ber bi Kuştepeya başüre Hewlere re va here."
Ji bili ve hat gotin çeken deste Heşdi Şabi ji bo tekoşina diji DEAŞa rexistina terore hatiye dayin le ew niha van çekan li hember gele kurd bi kar tinin.
Di daxuyaniye de hat gotin ku di 16e cotmehe de ewil li Kerküke operasyonen leşkeri hatin destpekirin ü paşe ev li cihen din hatin kirin, ji ber ve ji li 3 bajaran istiqrar xirab bü.
Daxuyaniye wiha dewam kir: "Qasi 100 hezar sivil mecbur man ku xwe bisperin Hewler ü Silemaniyeye. Hezen Heşdi Şabi di seri de Kerkük li navçeya Salahaddine, Tuzxurmatü, Diyala ü Xaneqine malen kurd ü tirkmenan talan kirin ü li ser gele hereme terore dikin."
Hat gotin ji bili Heşdi Şabi komen wek Asaib Ehli Heq, Tugayen Bedire, Ketaib Hizbullah, Yekineyen Xoresane, Tugayen Eli Ekber, Yekineyen İmam Eli ji ji 16e cotmehe vir va erişi peşmergeyan dikin ü li ser nave İrane tevdigerin. -
|