Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 28/03/2024 17:35 
News  > 

Perperoka "12 hezar salî" li Çiyayê Agiriyê car din hat dîtin

22.09.2019 13:05

Perperoka wek "Nazuxuma Bakurî" tê binavkirin û li Tirkiyeyê cara ewil di sala 1970yan da li Çiyayê Agiriyê hat dîtin piştî 50 salan dîsa li Çiyayê Agiriyê hat dîtin Lêkolînerê Perperokan û Parastvanê Xwezayê Suleyman Ekşîoglu: "Xwezaya ku ev perperok lê dijîn di rastiyê da ne ev der e.

Perperoka wek "Nazuxuma Bakuri" te binavkirin ü li Tirkiyeye cara ewil di sala 1970an da li Çiyaye Agiriye hat ditin pişti 50 salan disa li Çiyaye Agiriye hat ditin.

Nave Latini ya perperoke "Euphydryas iduna" ye ü di nav wan candaren ku hindik maye koka wan biqele da cih digre.

Ev cure perperok heri zede li welaten İskandinavyaye diji, xezen dora wi stür in ü deqen spi li ser we hene.

Qasi ku te zanin ev cure perperok li Tirkiyeye bi tene li Çiyaye Agiriye diji, cara ewil ji di 4e Tebaxa 1970yan da li 4 hezar metro bilindahiya çiyaye hat ditin.

Ji we roje vir va car din nehat ditin. Le pişti 50 salan Lekolinere Perperokan ü Parastvane Xwezaye Suleyman Ekşioglu ü Pispore Jiyana Biyani Emin Yogurtçuoglu ev cure perperok li 3 hezar ü 800 metro bilindahiya Çiyaye Agiriye ditin ü weneye we kişandin.

Ekşioglu ü Yogurtçuoglu ji nüçegihana AAye ra behsa lekolin ü rewitiya xwe ya 3 rojan kirin.

"Ev cure perperok li avühewaya sar diji"

Suleyman Ekşiogluye bi salan e der bare perperokan ü xwezaye da xebatan dike got Emin Yogurtçuogluye li ser civikan lekolinan dike alikariya wi kiriye ü ew derketine Çiyaye Agiriye.

Ekşioglu got wan perperok ditiye, weneyen we kişandine ü paşe tespit kirine ku cureyen din en ve perperoke ji li wir dijin.

Ekşioglu wiha axivi: "Xwezaya ku ev perperok le dijin di rastiye da ne ev der e. 12 hezar sal bere pişti Heyama Qeşaye ya Dawin ber bi jere va te ü li vir dimine. Ciheki ku here tune, li Çiyaye Agiriye ase dimine. Ev cure perperok li avühewaya sar diji, jixwe ji ber ve li bakure Agiriye diji. Ev dibe ku nişaneya cureyeki be. Xebaten di dahatüye da we ben kirin, dibe ku der bare germahiya kurewi da gelek agahiya bide me. Bi ya me dive bi awayeki rek ü pek be şopandin ü tesira we ya li ser germahiya kurewi çiqas heye be lekolinkirin."

"Cureyen we yen din ji hene, le cudahiya we xalen we yen spi ne"

Pispore Jiyana Biyani Emin Yogurtçuoglu ji got ve lekoline kelecan daye wi ü wiha axivi: "Ev candar wek ku beriya diroke maye dide hiskirin. Em behsa cureyeke 12 hezar sal bere li welate me heye dikin. Der bare we da tene qeydek heye, weki din tu tişt naye zanin. Car din derxistina we ya hole ji bo min ji kelecan bü. Heywane wek ku kurkeki li xwe kiriye xuya dikir. Wisa xuya dikir ku ew li ber sermaye dikare li ber xwe bide. Zemina peren we spi ne. Li ser peren we deqen sor, reş ü qehweyi hene, le zemin spi ye. Cureyen we yen din ji hene, le cudahiya we xalen we yen spi ne." -



 
Latest News





 
 
Top News