Saziya (kompanya) ku li Müşe di sala 1958an da ji bo pener çekirine hatibü damezrandin ü li ser piya ye ji çar aliye Tirkiyeye ra penere qeşar dişine.
Ercan Rençber tevli xwişk ü birayen xwe di saziya ku 63 sal bere kale wan ava kiriye da dixebitin ü kare ji wan mirat maye didominin. Ew sale 300 ton pener çedikin ü bi çar aliye welet va dişinin.
Rençber daxuyani da rojnamegeran ü got ku ev kar ji kale wan bo bave wan maye ü wan ji ji bave xwe ev kar hin büne ü wiha domand: "Li bajer cihe ku penere qaşar e bere çedike bi tene em in. Em şire pe pener çedikin ji kesen koçer ü gundiyan dikirin. Ji xeyni şir, haveyn ü xwe tişteki din tev nakin. Em roje li ve tesise bi qasi 5-6 ton pener çedikin ü di rojen peş me da we ev bibe qasi 25-30 ton. Em dixwazin isal bi qasi 300 ton pener çekin ü bi keri aboriya bajer ben. Em dixwazin seransere sale bikaribin li tesisa xwe pener çebikin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Rençber destnişan kir ku ew penere çedikin didin dikanen nav bajer ü ji çar aliye welet ra ji dişinin. -
|