Parlamentoya Iraqe biryar da ku hemü mafen istisnai yen endamen Partiya Baase ya ku hatibü girtin ü seroke we Saddam Huseyin hat idamkirin bene betalkirin, dayina mehaneya xebatkaren ewlehiye yen rejima bere yen teqawid büne ji ben rawestandin.
Ji ofisa Alikare Yekemin e Seroke Parlamentoye Hesen Kabi daxuyaniyek hat dayin.
Di daxuyaniye da hat gotin civinek hat kirin ü endamen komisyonen mafen mirovan, ya der bare mehküm ü kuştiyan da ü ya der bare hesabdayine da beşdari civine bün.
Daxwaz hat kirin ku dayina mehaneya kesen ji rejima bere yen teqawid büne ben rawestandin, pereyen revandine dervayi welet bila paşve be hildan, ji bo ve vi bila madeyeke qanüne be amadekirin.
Di sala 2006an da qanünek hatibü derxistin ku ensamen Partiya Baase ji revebiriye bene jidürxistin, endamen ewlekariye yen rejima bere ü endamen Baase di karen dewlete da nexebitin ü nebin endamen Parlamentoye. Le serokweziren hatibün revebiriye ji bo ku endamen Baase ü hezen ewlehiye wezifeyen xwe bidominin hin biryaren istisnai dabün.
Di sala 2003yan da dema Şere Kendave derket ü Amerikaye Iraq dagir kir, rejima Saddam Huseyin ya ku ji sala 1979an pe va desthilat bü ji ji hole rakir. -
|