Serokwezire Pakistane İmran Xan ragihand ku heta statuya Cammu Keşmira bin kontrola Hindistane da neye rewşa bere ü qedexeya derketina derva neye rakirin de bi Hindistane ra hevditine nekin.
Xan di daxuyaniya xwe da da zanin ku heta statuya Cammu Keşmire nekin weki bere ü qedexeya derketina derva neye rakirin de bi Hindistane ra hevditin nekin
Hat ragihandin ku Serokwezir Xan de beşdari Lijneya Gişti ya Neteweyen Yekbüyi (NY) ya ku de li New Yorka bajare Amerikaye be lidarxistin bibe ü di axaftina xwe ya wir da li ser ixlalen mafen mirovan en wir bisekine.
Wezire Karen Derva ye Pakistane Şah Mehmüd Qureyşi ji eşkere kir ku ji bo seyahata Amerikaye ya Narendra Modiye Serokwezire Hindistane de destür nedin ku sehaya asimani ya Pakistane bi kar bine.
Hindistane di 5e tebaxe da madeya 370emin a destüra bingehin a ku ji niv sedsale zedetir bü imtiyaze dida Cammu Keşmire betal kiribü ü statuya xweser a hereme ji hole rakiribü ü Cammu Keşmire veqetandibü du axen yekineyan.
Pişti biryare li hereme hezen ewlehiye yen Hindistane li Cammu Keşmire operasyonen asayişe ü pekutiya xwe ya li ser gel zede kiribün ü xeten ragihandine biribün, hemü birevebir ü endamen partiyen li hereme binçav kiribün.
Ji sala 1947an a ku ji İngilistane veqetiyan ü serbixwe bün vir va Cammu Keşmir xwedi statuyeke taybet bü ku dikariya qanünen xwe bixwe derxine. ve statuya taybet nedihişt ku biyani li hereme bi ci bibin ü bibin xwedi milk. -
|