Li Koyulhisara navçeya Sewase otobusa rewiyan li tira welgeriyayi qelibi ü welgeriya, li gori encamen destpeke 15 kes birindar bün.
Tira ku plaqeya we 06 ED 9997 e ü nasnameya ajokare we he nehatiye tesbitkirin, li ser rebejaya D-100e li tanga Tunela Aşagikaleye ya navçeya Koyulhisare, ji ber barina berfe di reya şişmat da şiqiti, welgeriya ü ket şirida hember. Otobusa rewiyan a ku plaqeya we 04 D 4942 ü ajokare we ji M.Y. ye, li tire qelibi ü welgeriya.
Pişti ku xeber hat dayin, ekiben Tenduristiye yen 112 Bilez ü her wiha ekiben xilaskirine ü yen polesan hatin sewqkirin.
Di qezaye da li gori encamen destpeke 4 je giran, 15 kes birindar bün. Birindar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.
Ji ber qezaye beşeke rebejaya Sewas-Erzingane ü Sewas-Tokate hat girtin. -
|