Berdevke Misyona Piştevaniya Libyaye ya Neteweyen Yekbüyi (NY) Jean Alam diyar kir ku NY ü Almanyaye biryar dan mazuvaniya civineke mijara we Libya ye ku weki berdewamiya Konferansa Berline be bikin.
Daxuyaniya Alam ji ser qanala El-Ahrar a Libyaye hat weşandin ü hat gotin ku civina bi deste NY ü Almanyaye te kirin we di asta weziran da be. Hat bibirxistin ku di meha rebendane da Konferansa Berline ya mijar Libya bü hat kirin ü ev civin ji bi armanca ku bila ew teahuden hatibün dayin bi cih ben te kirin.
Di daxuyaniye da hat gotin ku civin we di 5e Cotmehe da be kirin ü tevli rayedaren payebilind beşdarbüyiyen Konferansa Berline ji we tevli civine bibin.
Di 19e Rebendane da li Berlina paytexte Almanyaye bi beşdarbüna aliyen Libyaye ü civaka navneteweyi va konferanseke mijara we Libya bü hat kirin ü ji bo gotübej ü agirbeste bangewazi hatibü kirin. -
|