Neteweyen Yekbüyi (NY) hişyari da ü got ku li Burkina Faso, Mali ü Nijera ku dikevin herema Sahele, kriza insani zedetir dibe ü nezi 2 milyon ü niv merivi bi awayeki acil mihtaci alikariya xidaye ne.
Herve Verhoosele Berdevke Bernameya Xureke ya Cihani (WFP) ku saziyeke NYe ye, li Ofisa Cenevreye ya NYe di civine da wiha got, "Dinyaye kriza insani ya li Burkina Faso, Mali ü Nijere dikevin herema Sahele, tam fem nekiriye."
Verhoosel destnişan kir ku di navbera komen çekdar da pevçünen tundi, ji mal ü milken wan texliyekirina merivan, xela ü belengaziya meriven we dere li hereme kriza insani zede dike ü wiha dewam kir, "Em ji bo xelaya Sahele niha nekevin dewre, nifşek we tekeve bin riske."
Li giştiye Sahele 20 milyon kes di bin bandora pevçünan da dijin ü li welaten hereme he 860 hezar kes ji ber fikaren ewlehiye mecbür dimini ü mal ü milken xwe terk dikin.
Verhoosel destnişan kir ku li Nijere milyonek ü17 hezar, li Burkina Fasoye 687 hezar ü 458 ü li Maliye ji 553 hezar ü 770 kes mihtaci xureke ne ü WFP ji bo ku ji van ra bi awayeki acil xureke bişine pedivi bi foneke 150 milyon dolari heye.
Li 7 hereman reşa awarte berdewam e
Li Burkina Fasoye di erişen rexistinen terore da di 4 salan da ji 600i zedetir kes hatin kuştin.
Ji ber büyeren terore yen zede dibin, li bakure Burkina Fasoye, li herema Sahele ü herwiha li deveren naverast ü rojava 1e Rebendana 2019an rewşa awarte hatibü ragihandin.
Biryara rewşa awarte ji 13 heremen Burkina Fasoye je li 7 hereman niha ji dewam dike. -
|