Serokwezir İsraile Binyamin Netanyahu ü Nünere Taybet e Amerikaye ye Rojhilata Navin Jason Greenblatt hatin bal hev. Li gor agahiyan Greenblatt ü Netanyahu li ser "Peymana Sedsale" ya ku ji bo çareserkirina pirsgireka Filistin ü İsraile te pilankirin axivin.
Civin li avahiya Serokwezirtiye ya ku li Qudsa Rojhilate hat kirin. Di civine da Balyoze İsraile ye Amerikaye David Friedman ü Ron Dermere Balyoze Amerikaye ye İsraile ji amade bün.
Der bare civine da tu daxuyani nedane çapemeniye. Li gor nüçeyen di çapemeniya İsraile da derketin, di civine da pilana reveberiya Trump ya "Peymana Sedsale" hat axaftin.
Greenblatt li İsraile we bi Benny Gantze Seroke İtifaqa Şin-Spi ya ku di hilbijartinen gişti da serketibü ra ji were bal hev. Diroka hevditine he diyar nine.
Netanyahu sere ve mehe daxuyaniyek dabü ü gotibü Serok Trump we pilana Peymana Sedsale pişti hilbijartina gişti ya İsraile ku 17ye ilone hat kirin, eşkere bike.
Pilana "Peymana Sedsale"
Hürgiliyen Pilana "Peymana Sedsale" ya ji bo çareserkirina pirsgireka İsrail ü Filistine he eşkere nebüye le di çapemeniya navneteweyi da li ser ve hin agahi ci digirin.
Li gor van nüçeyan Qudse we bi temami bidin İsraile ü cihüyen ku li Şerieya Rojava dijin ji we li ciyen xwe biminin.
Di pilane de tu behsa vegera qasi 6 milyon penaberen Filistini ji naye kirin.
Seroke Filistine Mehmüd Ebas, der bare pilane da gotibü ev "sileya sedsale" ye ü di ve pilane da ji bo gele Filistine ji xeyni hin alikariyen abori tişteki kerhati tuneye. -
|