Haberler   
  English   
  Kurdî   
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/07/2024 10:25 
News  > 

Nûnerê Payebilind ê YEyê Borrell hişyarî da Îsraîlê ku êrîşî Refahê neke

12.02.2024 13:27

Nünere Payebilind e Politikaya Tekiliyen Dereke ü Ewlehiye ya Yekitiya Ewropaye (YE) Josep Borrell diyar kir, tu ci ü war tuneye ku 1,7 milyon Filistini birevin ü xwe bisperine, ji bo ku İsrail erişi Refahe neke dive zexta li ser İsraile dewam bike.

Borrell beriya ku li Bruksele beşdari civina nefermi ya weziren peşketine yen welaten YEye bibe, daxuyani da çapemeniye.

Borrell destnişan kir ku Komisere Gişti ye Ajansa Avadani ü Alikariya ji bo Penaberen Filistini yen li Rojhilata Nezik a Neteweyen Yekbüyi (UNRWA) Philippe Lazzarini ji we beşdari civine bibe ü ew e li ser rewşa dawin a qeyrana insani ya li Xezeye bisekinin ü wiha dewam kir:

"Em ji ber rewşa ser sinorü Misre pir bi fikar in. Wisa dixuye ku İsrail operasyoneke nü dike. (Serokwezire İsraile Binyamin) Netanyahu dixwaze ku 1,7 milyon kes werin texliyekirin, le nabeje ku we wan texliye bikin ü bişinin ku dere."

Borrel diyar kir ku dive ew ji vegotina fikaran zedetir tişteki bikin ü wiha dewam kir, "Edi gelek kes dibeje ku çalakiyen İsraile ji hede xwe derket, jimara kuştiyan geleki zede bü. Duh Seroke Amerikaye Joe Biden ji heta got. Piştgire heri mezin e İsraile Amerika ye. Biden ji ve dibeje, le Biden ji got ku edi çalakiyen İsraile ji hede xwe derketine, jimara kuştiyan, kuştina sivilan geleki zede büne. Le ez ve yeke dipirsim, ji bili gotinan em dikarin çi bikin?"

Borrell li ser pirsa rojnamegereki ya "Ji bo ketina dewre tu peşniyazeke we heye?" wiha got, "YE çekan nade İsraile. Hineken din dide. Heke li gor wan jimara kuştiyan geleki zede büye, belki ji bo ku zedetir nebe, niha dikarin tiştan bikin."

Borrell wiha dewam kir:

"Dive em li ser İsraile zexte bidominin Dive em piştgiriya ji bo aktoren alikariya insani bidominin. Li we dere 1,7 milyoni zedetir meriv hene, heke İsrail erişi wir bike tu kes nikare bireve, we li diwar bikevin. Tu der tuneye ku pe da herin. Hün dizanin dema ku şer derte meriv direvin. Meriven li Xezeye nikarin birevin, deri girti ne. Nikarin birevin tu dere ü bombe li ser wan ten barandin." -



 
Latest News





 
 
Top News