Li Wane minibusa ku koçberen bedestür te da bün qelibi şerampole ü di qezaye da 16 kes mirin ü 51 kes birindar bün.
Li gor agahiyan li ser reya Wan-Ozalpe li neziki Erçeka taxa navçeya İpekyoluye minibusa bi plaqeya 76 AAC 296 ku şofere we Gokhan Sirma bü ji re derket ü qelibi şerampole ü gelek ambulans ü ekib sewqi ciye büyere kirin.
Li gor agahiyan di qezaye da 16 kes mirin ü 51 kes birindar bün ü kesen birindar sewqi nexweşxaneyen li bajer kirin.
Waliye Wane Mehmet Emin Bilmez li Nexweşxaneya Lekolin ü Perwerdeye ya Wane çü serdana kesen birindar ü ji Midüre Tenduristiye ye Wane Doç. Dr. Mahmut Sunnetçioglu agahi hilda.
Bilmez diyar kir hemü birindar li nexweşxaneyen li bajer ten dermankirin ü wiha got: "Mixabin di qezaye da heta niha 16 kes mirin ü 51 kes birindar büne. Rewşa hin kesen birindar giran e. Di nav kesen miri da jin ü zarok hene. Hevi dikim hejmara miriyan zede nebe. Şofer ji li ciye qezaye mir. Şofer bere ji koçberen bedestür biriye ü aniye ü der bare wi da kar ü baren fermi hatine kirin. 67 kes di minibusa ku 17-18 kes dikarin siwar bibin da hatine bicikirin. Şofer ji bona zede kes te da bi ci bibin qoltixen minibuse derxistine." -
|