Nobeda ewledan ya dayiken Diyarbekire ji bo bigihijin zaren xwe yen revandine çiye li peşiya avahiya Serokatiya Bajer a HDPye dabün destpekirin dewam dike.
Dayiken Diyarbekire yen HDPye weki berpirsyare revandina zaren xwe dibinin di 3ye ilona 2019an da çalakiya rüniştine dan destpekirin ü çalaki di roja 165an da dewam dike.
Hatice Leventa ligel hewaya sar çalakiya xwe didomine diyar kir ku ji bo Fadimeya qiza xwe çalakiya rüniştine bi biryardari dide dewamkirin.
Levente destnişan kir ku geleki biriya zaren xwe dikin ü wiha pe da çü: "Süce zaren me çi ye? Deste zaren me qelem digirtin. Em ji bo zaren xwe li ve dere ne, hetani wan hilnedin ji ve dere naçin."
Levente got ku her diçe hejmara malbaten beşdari çalakiye dibin zede dibe ü wiha axivi: "Çima ve eziyete bi me didin kişandin? Em bi tene zaren xwe dixwazin. Hin zar hatin. İnşaellah zaren me ji ew e werin, em e ji bextewar bibin. Em li benda rojen bextewariye ne."
"Kure min were teslimi dewleta xwe bibe"
Sakine Kartale ji bi Kurdi daxuyani da ü diyar kir ku ji bo kure xwe beşdari çalakiya rüniştine büye ü wiha got: "HDPye kure min bir. Em zaren xwe ji wan dixwazin."
Kartale destnişan kir ku 6 sal e ji kure xwe tu xebereke hilnade, edi hizüra wan nemaye.
Kartale got ku ji bo kure xwe tekoşine dide ü wiha pe da çü:
"Deste dayikan ü zaren wan ji hev dikin. Xwede heqe me bi wan ra nehele. Kure mine ku min bi zor zehmeti mezin kir hildan birin. Kure min were teslimi dewleta xwe bibe, were mala xwe. Xwede ve dewlete daim bike."
Ekrem Gokkuşe bav ji destnişan kir ku 5 sal bere di 12 saliya xwe da kure wi revandin ü wiha axivi:
"Ez kure xwe ji HDPye dixwazim. Hemü zar HDPye birine. Ciye zaran şikeft ninin cem de ü baven wan in. Li ve dere derde me hemüyan weki hev e. Em gişt ji bo zaren xwe hatin ve dere. 50 sal bikişine ji em li ve dere bisekinin. Hetani zaren xwe hilnedin em e ji ve dere neçin." -
|