Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 22:12 
News  > 

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 141emîn da ye

21.01.2020 15:26

Dayîk Guzîde Demir: "HDPyê sebiyê me xapand wisa nebûya zarokê 16 salî wê ji ku bizanibe biçe Sûriyeyê" Dayîk Remziye Akkoyun: "HDPyê kurê min ê 10 salî xapand û bir serê çiyê, heta kurê min neyê ez ji vê derê naçim"

Dayiken Diyarbekire yen dixwazin bigihijin zaroken xwe bi hevi nobeta xwe ya li ber dere Serokatiya Bajer a HDPe dabün destpekirin, didominin.

Çalakiya rüniştine ya Dayiken Diyarbekire ku di 3e İlona sala 2019an da ji ber idiaya HDPe zaroken wan bi xapandin revandiye sere çiye, dest pe kiribün ev 141 roj in dewam dike.

Guzide Demira yek ji wan dayika ye ku raheştine weneyen zaroken xwe ü li benda wan sekinine got ku ew jı bo kure xwe Eziz tevli çalakiye bü.

Demire destnişan kir ku çaxa kure we bi xapandin revandin sere çiye lawik hej 16 sali bü ü wiha pe da çü: "Ji we roje vir va min tu xeber je hilneda. Em nizanin sax e yan miriye. Ev 141 roj e em çalakiye dikin. 141 sal derbas bibe ji em e li ve dere bin. Kure min sewi mezin bü. HDPe kure min xapand wisa nebe sebiye 16 sali we çawa bikaribe biçe Süriyeye. Em ji PKKe ji HDPe sebiye xwe dixwazin."

Remziye Akkoyune ji got ku kure we ye 10 sali bi xapandin birin sere çiye ü wiha pe da çü: "Wicdana wan tuneye, wan kure min e 10 sali xapandin ü birin. Heke zalim nebüna sebiye 10 sali nedibirin. Evana misilman ninin."

"Bila edi parlementeren HDPe deste xwe bidin ser wijdana xwe"

Yasin Kayaye ku ji bo qiza xwe Çigdeme beşdari çalakiye bü got ku ewe sekna xwe bi biryardari bidominin ü wiha pe da çü: "Heta niha ji HDPe tu daxuyani nehat dayin. Bila edi parlementeren HDPe deste xwe bidin ser wijdana xwe. 5 sal e mala min şewitandine. Rojeke nehatin ü bi me ra xebernedan. Heta ez qiza xwe hilnedim ji ve dere naçim 141 sal ji derbas bibe naçim."

Kaya di bangewaziya xwe da ji qiza xwe xwest ku bila ji rexistina terore bireve ü were teslimi hezen ewlehiye bibe. -



 
Latest News





 
 
Top News