Nobeda ku Dayiken Diyarbekire li ber Serokatiya HDPye ya Parezgeha Diyarbekire dan destpekirin da ku zaroken wan en revandi li wan werin vegerandin, dewam dike.
Çalakiya rüniştine ya ku Dayiken Diyarbekire bi idiaya bi deste HDPye zaroken wan ji bo sere çiya hatine revandin, di 3ye ilone da li ber avahiya partiye dabün destpekirin, ket roja 91emin.
Mevlude Uçdaga ku ji wan dayikan e ku raheştine weneyen zaroken xwe ü çalakiya rüniştine didominin, diyar kir ku ew ji bo kure xwe Ramazan ku 5 sal bere hat revandin beşdari çalakiye bü.
Uçdage bal kişand ku heya kure we venegere, ew bibiryar e ku çalakiye bidomine ü herwiha 5 sal e ew benavber li kure xwe digere ü tu wexti heviya we neşikest.
Herwiha Uçdage got ku ew yekser ji hemü civake heviya piştgiriye dike ü wiha dewam kir, "5 sal e ji ber hesreta kure xwe ez dimirim. Min beriya hemezkirin, behn ü xeberdana wi kiriye. 91 sal be ji ez bibiryar im, heta lawe min neye ez e ji vir neçim."
"Ji ve reye veger tuneye"
Ji baven di çalakiye da Salih Gokçe ku ji Agiriye rabüye hatiye beşdari çalakiye büye da ku kure wi le vegere ji diyar kir ku ew nexwasim ji hunermendan daxwaza piştgiriye dikin.
Gokçe wiha axivi, "Ji bo ewladen xwe heger bive em e bi salan li ve dere biminin. Metreyek berf bikeve ji em e ji vir neçin. Ji ve reye veger tuneye." -
|