Li Erzirome di çarçoveya çalakiyen "Hefteya Turizme ya 43yemin" a ku ji aliye Midüriya Çand ü Turizme ya Bajer va ten lidarxistin da 500 kilogram kebaba caxe li welatiyan hat belavkirin.
Li Meydana Bajer a Havuzbaşiye di xilasiya bernameya "Hefteya Turizme ya 43yemin" da di çarçoveya "Festivala Folklore ya Muzike ya Kebaba Caxe" sa çalakiyen cuda hatin lidarxistin.
Odeya Loqentevanan 500 kilogram kebaba caxe ikram kir ü welatiyan eleqeyeke mezin nişani çalakiye dan.
Midüre Çand ü Turizme ye Bajer Cemal Almaz got ku de bi Festicala Kebaba Caxe roje xilas bikin ü wiha axivi: "Me Festivala Kebaba Caxe hişte paşiye ji ber ku ev mijar li Tirkiyeye rojeveke giring e. Hosteyen ve kebabe li meydana bajer kom bün ü wan bixwe kebab ji me ra çekirin. Gele me ji hat vir hem kebaben caxe xwarin hem ji me çalakiyen Hefteya Turizme bi hev ra piroz kirin. Kebaba caxe li Erzirome te çekirin, li Erzirome te xwarin ü ya heri xweş ji li Erzirome ye. Erzirom welate kebaba caxe ye." -
|