Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser erişen li Zelandaya Nü wiha got: "Li dinyaye neyartiya diji İslame ku te teşwiqkirin ü zede dibe ji taciza şexsi derbas büye ü derketiye asta qetliamen komi."
Serokomar Erdogan li Zaningeha Galatasaraye beşdari merasima cinazeye Prof. Dr. Beril Dedeogluye bü.
Serokomar Erdogan ji ber mirina Dedeogluye sersaxi da malbat ü hevalen we ü wiha got: "Prof. Dr. Beril Dedeoglu li hemü deren ku le wezife kiriye her tim bi xanimti, jehatibün, merifet ü zanebüna xwe hatiye hezkirin ü je ra hirmet hatiye nişandan."
Serokomar Erdogan piştra li ser erişen li Zelandaya Nü ya diji mizgeftan hatin kirin daxuyani da rojnamevanan ü wiha axivi:
"Dixwazim bibejim ez we erişa li Zelandaya Nü ser Misilmanen ku ji bo nimeja ine hatibün cem hev hat kirin, şermezar dikim. Eşkere ye eriş bi planeke dürüdirej ü bi motivasyoneke hatine kirin ü meriv nikare bibeje tevgereke fewri ye ü derbas bike. Em bangi hemü dinyaye bi taybeti ji dewleten Rojavaye dikin ku li diji ve talükeya hemü mirovahiye tehdid dike demildest tevdire hildin. Ew nerina nünere we küjer e ü şexse min ü welate me ji ji xwe ra kiriye hedef, diyar e ku mina nexweşiya pençeşere civaken Rojava hildaye bin tesira xwe." -
|