Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahuye ku der heqe wi da jepirsinen gendeliye didomin ji bo biryara Amerikaye ya ku we Balyozxaneya xwe di 14e gulane da bari Qudse bike got: "Ev ji bo gele İsraile rojeke pir nuwaze ye."
Ofisa çapemeniye ya Serokweziriye daxuyaniyeke niviski da.
Di daxuyaniye da nirxandinen Serokwezir Netanyahu hat dayin ü wiha hat gotin: "Ev ji bo gele İsraile rojeke nuwaze ye. Biryara Serok Trump a ku we Balyozxaneye bari Qudse bide kirin pişti biryara ku Qudse wek paytexte İsraile nas kiribü hat dayin. Ev biryar we ji bo roja serxwebüna damezrandina sala 70emin a İsraile bi coş ü xiroşeke zedetir be pirozkirin. Ji ber lideri ü hevaltiya te spas ji te ra Serok Trump."
İsrail 14e gulane wek roja xwe ya damezrandina dihesibine le Filistini ji ji ber ku we çaxe ji cih ü ware xwe büne ü axa wan hatiye dagirkirin ve roje weki Roja Nekbeye binav dikin. -
|