Bihaye warele nefta brente iro ji ser 56,10 dolari te firotan.
Warele nefta brente duhe ji ser 55,29 dolari ra dest bi roje kir ü herwiha di nava roje da heri zede heya 56,45 dolari hevraz bü. Nefta brente iro ji bi 56,17 dolari dest bi roje kir. Bihaye warele nefta brente ji saet 09.33an pe va ji sedi 0,12 kem bü ü berjeri 56,10 dolari bü. Di heman xulekan da warele nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) ji ji ser 50,61 dolari ra hat firotan.
Li gori rapora Reveberiya Zanyariya Vejene ya DYAye (EIA) li vi welati stoqen nefta xam a bazirganiye hefteya bori 4,6 milyon warel (ji sedi 1) zede bü ü derket 472,8 milyon wareli. Bi vi hawi di van se hefteyen dawin da stoqen nefta xam a bazirganiye ya DYAye ser hev zede bü.
Di piyaseya nefte da referanduma ku biryar e di 25e İlone da li Herema Kurdistana Iraqe be lidarxistin, biryara Dadgeha Iraqa Federal a rawestandina ve referanduma navbori ü herwiha geşedanen siyasi ü leşkeri yen dü van mijaran ten şopandin. -
|