Serokwezire Herema Kurdistane Neçirvan Barzani li ser biryara Mehkemeya Federal a Iraqe wiha got: "Ewan bi yekali biryar daye. Beyi ku nüneren Herema Kurdistane li wir mehkemeye amade bin biryar dane."
Neçirvan Barzani, pişti civina Lijneya Weziran li Hewlere civina çapemeniye li dar xist ü pişti daxuyaniya gişti cewaba pirsen rojnamevanan da.
Der heqe biryara Mehkemeya Federal a Iraqe ku diyar kir "Referandüma Herema Kurdistane nedestüri ye ü dive were betalkirin" wiha got: "Me beri referandüme ji ü pişti we ji her gotiye ku eger destüra Iraqe were bicihkirin de hemü pirsgirek çareser bibin. Le bele Destüra Iraqe destüreke wisa ye ku dive hemü maddeyen we werin bicihkirin. Mixabin Bexda piri caran behsa destüre dike le ew maddeyen ku di mesleheta wan de ye bicih dikin. Sedemen ku re li ber referandüme vekirin hazirnebüna Iraqe bü li ser bicihanina destüre. Eger Bexda ji seri ve amade büya hewceyi bi referandüme ji ü tişten din ji nedikir. Di destpeka destüre de ji dibeje pabendbüna destüre yekbüna Iraqe dipareze."
Barzani bangewaziya civaka navneteweyi ji kir ü got eger Bexda ciddi be di mijara çareseriya probleman de dive hemü destüre madde bi madde bicih bike. Barzani wiha dewam kir:
"Şiroveya me li ser maddeyen destüri ji ya wan cudatir e, rast e. Loma ji pewistiya me bi aliyeki seyem heye ku arikariya me bike da ku em keşeyen xwe li ser esase destüra Iraqe çareser bikin. Pirs ev e gelo reveberen Iraqe li vi welati istiqrare dixwazin an na. Eger bixwazin dive ciddi bin di diyalog ü çareseriyan de. Dive hemü destür were bicihkirin ne ku maddeyen je bikişinin ü li gor meslehete xwe bixebitinin."
Barzani got ewan ev mijar bi Nünere Seroke Amerikaye Brett McGurk ü Wezire Derveyi Amerikaye Rex Tillerson ji nirxandiye.
Li ser heman biryara mehkemeye wiha got:
"Biryara mehkemeye nihayi ye, careke din temyiz naye kirin. Ev dawi ye. Ewan bi yekali biryar daye. Beyi ku nüneren Herema Kurdistane li wir mehkemeye amade bin biryar dane.
Li ser nameya Sekretere Neteyen Yekbüyi, Neçirvan Barzani agahi da ü got ewan behsa diyalog ü guftügoye kiriye di navbera Hewler ü Bexdaye de. Herwiha axaftina telefoni ya digel Wezire Derveyi ye Amerikaye Rex Tillerson ji bi bir xist ü got wan tekida diyaloge kirine.
Li ser deveren ku Peşmerge vekişiyaye wiha agahi da:
"Peşmerge vekişiyaye da ku şer çenebe. Disa ji mixabin li çend cihan pevçün derket. Me hewl daye ku bi diyaloge çareser bibe. Me li ser ve xeber daye ku careke din şer dernekeve."
Der heqe pirseke hilweşandina referandüme ji wiha cewab da:
"Em behsa hilweşandin an tişteki din nakin. Mehkemeya Federal şiroveya maddeyeke destüre kiriye, me ji rez li we maddeya destüre girtiye. Gotina min ev e; Eger Iraqe rez li desture girtiba ü ew maddeyen destüre bicih kiribana ew muşkileyen rüdidin yek je ji çenedibü. Heqe Kurd di destüra Iraqe de hatiye bicihkirin, ne qanünek dikare ve betal bike ne ji aliyeki din. Eger destür bi cih bibe tu muşkile di navbera Hewler ü Bexdaye de namine."
Ji bo iddiayen hikümeta demki ji wiha cewaba pirsan da:
"Hikümeta demki de çi bike ya ku em nakin? Jixwe ev hikümet ji demki ye, kijan parti çi dixwaze bila di ve hikümete de bike. Hemü beşdar in jixwe. Eme bi hemü partiyan re guftügoye bikin ü biryareke bidin. Heta hilbijartine eme biryareke bidin."
Ji bo hinardina nefta Kerküke ji destnişan kir ku heta niha tu hevditin ü peyman nehatine kirin ü ew ji aliyeki meseleye ne.
Barzani careke din dubare kir ku Tirkiye yekem welat bü ku arikariya zelzelezedyan kir ü loma ji sipasiye dikin. Li ser seredane ji got eger imkan re bidin de bi kefxweşi ziyarete bike. -
|