Nave boksore efsanewi Mihemed Eliye şampiyone dinyaye ye ku di sala 2016an da 74 sali mir we li bajare wi Kentuckye bidin balafirgeheke.
Li gor nüçeyen çapemeniya Amerikaye, Lijneya Revebiriya Balafirgeha Heremi ya Louisvilleye ya li ser Kentuckye duh biryar da ku nave balafirgehe bibe "Balafirgeha Navneteweyi ya Mihemed Eli ya Louisvilleye".
Lonnie Eliya jina Mihemed Eli ji ber ve biryare kefxweşiya xwe ani ziman ü wiha got: "Eli her çiqas welatiyeki dinyaye be ji, tu care welate xwe ji bir nekir."
Lijneya revebiriya balafirgehe ji daxuyand ev saleke ew li ser ve mijare dixebitin ü pişti ve xebate ev biryar hatiye dayin.
İro rojbüna Mihemed Eli ye, heke ew bijiya we bübüya 77 sali.
Ev biryar rojek beriya rojbüna wi hat dayin.
Mihemed Eli
Mihemed Eliye nave wi ye beriya ku ne Misilman bü Cassius Marcellus Clay Jr. bü di 17e Çileya Paşin a 1942yan da li Louisvilleye hat dinyaye.
Eli di 1964an da he 22 sali bü Sonny Liston tek bir ü Şampiyoniya Boksa Giran a Dinyaye qezenc kir. Pişti serkeftina xwe got ew büye Misilman ü nave xwe ji wek Mihemed Eli guherandiye.
Mihemed Eliye nexweşiya parkinsone pe ra hebü ü ji bo ve tedawi dibü heri dawin ji ber nexweşiya behnçikine di nexweşxaneyeke li Phoenixa bajare Arizonaye da tedawi dibü.
Eli di 3ye Hezirana 2016an da wefat kir. -
|