Daireya Hewageri ü Fezaye ya Amerikaye (NASA) dimenen peyabüna Marse ya wesayita keşfe ya bi nave "Perseverance"ye parve kirin. NASAye ji ser hesabe Twittere ya ku bi taybeti ji bo Perseveranceye vekir dimenen ji 3 kamerayen cuda yen wesayita ku roja şemiye li Marse dani parve kirin. Wesayita ku dikeve atmosfera Marse ji bo leza xwe kem bike paraşute vedike ü video bi ve dimene dest pe dike, ji kameray ku jere nişan dide da te ditin ku Perseverance demek li asimane dimine ü dema danina we bi awayeki zelal hatiye qeydkirin. Pişti ku wesayit li Geresterka Sor bi awayee hatibü plankirin dani li navenda NASAye dengen şahiye bilind bün ü li fezaye der bare danina li geresterkeke da ji tişteke ewil qewimi. Perseverance di 30ye hezirana 2020i da ji platforma li Floridaye hat şandin ü pişti rewitiyeke biqasi 7 mehan ü 470 milyon kilometroyi di 20 sibate da karibü ku li rüye Marse peya be. Wesayita heri peşketi ya şandine Marse Perseverance li Laboratuvara Jet Propulsione ya NASAye ya li Californiaye hat çekirin ü bi sotemeniya plutonyume dixebite, ev wesayit ji nav wesayiten ku heta niha şandine Marse da xedi taybetmendiyen teknolojik en heri peşketi ye. Saziya fezaye eşkere kiribü ku ji bo xebaten binesaziyen yen ji bo pekanina misyona nü ya li Marse 2,4 milyar dolar, ji bo ku wesayit li rüye geresterke dane ü pergala ku we bide xebitandin 300 milyon dolar hat xerckirin. Te plankirin ku Perseveranceya ku xwedi analizora kimyayi, 20 kamere, matqaba tehtan a ji bo berhevkirina nimüneyan, "desteki" we ya robotik ü firokeyeke we ya biçük heye ji bo keşifkirina rüye we 2 salan li Marse bimine. -
|