Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 23/04/2024 10:54 
News  > 

Mûsilî Dawa Dikin Heşda Şebî Binpêkirinên Xwe Bidawî Bîne

16.02.2017 13:58

Seroke Encumena Wilayeta Ninowaye Beşar Kiki rexne li kiryaran kir ü got: "Heşda Şebi li Müsile li hemberi sivilan sücen insani dike. Ji bo ev were kontrolkirin ü hessasiyeta taifi durist nebe dive Heşda Şebi di bin Revebiriya Polesen Ninowaye herekete bikin."



Kiki di daxuyaniya xwe ya ji bo peyamnere Ajansa Anadoluye de behsa rewşa dawi ya navenda Müsile ü binpekirinen milisen Şii Heşda Şebi kir.



Seroke Encumene Kiki, ragihand ku Heşda Şebi li Müsile çend welatiyen sivil revandine ü işkence li wan kiriye, wan ji ji bo xelaskirina sivilan hemü saziyen emni ü resmi xistine dewre.



Li ser metirsiya Heşda Şebi Kiki got: "Li nav kuçe ü kolanen Müsile hemü xelk xistiye fikaran. Ev ji dibe sedeme hessasiyete di navbera pekhate, unsür ü sinifen cuda yen Müsile. Xelk ve yeke qebül nake."



Der bare Heza Altüni ya Arteşa Iraqe de Kiki diyar kir ku ewan xwe ji taifiye parastiye loma ji xelk ji wan razi ye.



Kiki daxwaz kir ku Serokwezire Iraqe Heyder el-Ebadi inisiyatife bigire ü Heşda Şebi bixe bin emre Polese Ninowaye.



Di behsa vegera xelke koçkiri de ji Kiki wiha agahi dan: "Li çend deveran xelk ji ber tirse venegeriyane malen xwe. Le li gelek navçeyan ji geşahi heye. Bi taybet deveren ku pekhateyen cuda yen wek xristiyan, ezidi ü şebek le dijin. Mesela 50 malbat vegeriyane Başike. Sedeme nevegera bi temami tirsa peşeroje ye. Loma dive temame wilayeta Ninowaye were kontrolkirin ü dewlet ji pebaweriye bide wan."



Ji bo avakirina Müsile 350 milyar Dolar lazim e



Mijara avabüna Müsile ü vegera xelke bi temami li gor Kiki giredayi imkan ü veberhenane ye, ew dibeje: "Dive peşi zirara xelke were tezminkirin. Saziyen resmi vebin ü memür herin ser kare xwe. Ji bo avakirina Müsile bi hemü nahiye ü qezayen xwe ve ihtiyac bi 350 milyar Dolari heye. Heviya me ew e ku hemü welat rola xwe li ser ve yeke bilizin." -



 
Latest News





 
 
Top News