Senatore Komarxwaz Lindsey Grahame ku beşdari civina Cemal Kaşikçi ya ku Direktora Saziya İstxibarata Navendi ya li Amerikaye (CIA) Gina Haspele li Senatoye li dar xist, bü got, "Bi asteke heri bilind ez difikirim ku ew (Şehzadeye Weliehd Muhemmed bin Selman) hevkare kuştina Kaşikçi ye."
Senator Graham pişti civina ku Haspele li dar xist, daxuyani da rojnamevanan.
Graham ani ziman ku tişte ku li hindurü bihistine qenaeta wi ya derbare "berpirsyariya Şehzadeye Weliehd Muhemmed bin Selman di kuştina Kaşikçi de" tekez kirine ü destnişan kir ku pedive Kongreya Amerikaye di ve mijare de sekneke hezdar nişan bide.
"Ez neşem piştevaniya firoştina çek bikim"
Graham wiha axivi:
"Şehzadeye Weliehd Muhemmed bin Selman idi qediyaye. Bi asteke heri bilind ez difikirim ku ew hevkare kuştina Kaşikçi ye. Ez bawer nakim ku bikare bibe hevkareki ewledar e Amerikaye. Heta ew li ser reveberiya dewlete be, ez neşem piştevaniya firoştina çek bikim. Herwiha şere li Yemene ji ji kontrole derketiye." -
|