Li Diyarbekire Muhammed Ercane 11 sali ye ji bo tevkariye bide budçeya malbata xwe simit difrot, bi piştgiriya dewlete vegeriya xwendingeha xwe ya navber dabüye.
Şaredariya Süre ya bi deste Wezareta Karen navxweyi le wezifedari hat kirin li navçeye xenci xizmeten rutin bi helwesta şaredariya civaki ji welatiyan ra xizmete dike.
Wekile Şaredare Süre ü Qaymeqam Abdullah Çiftçi di ve çarçoveye da li kuçe ü kolanan digere, esnafan ziyaret dike, bi welatiyan ra diaxive ü ji bo pirsgireken pe dihese werin çareserkirin dixebite.
Çiftçi di dema van ziyaretan da Muhammed Ercane simitfiroş e 11 sali nas kir. Çftçi bi Ercan ra axivi ü hin bü ku ji bo tevkariye bide malbata xwe simitfiroşiye dike ji ber ve ji dev ji xwendine berdaye.
Çiftçi bi şerte dayina mesrefa xwendine ü berdela simiten ku ew e di saleke da bifroşe ji Ercan xwest ku perwerdeya xwe bidomine.
Bi ve piştgiriye va Muhammed disa dest bi pola 5an a ku navber dabüye kir.
"Kare me ye heri giring perwerde ye"
Çiftçi bi Midüre Perwerdeya Neteweyi ya Navçeye Eyup Uşak, midüre katibiya taybet a şaredariye Adnan Turk ü Midüre Weqfa Piştavani ü Alikariye (SYDV) Tevfik Fidan ra malbata Ercan ziyaret kir.
Malbata Ercan ji Qaymeqam Çiftçi ra sipas kir.
Çiftçi di ziyarete da pirsgireken malbate guhdari kir ü got ku ew e ji bo çareserkirina pirsgirekan alikariye bidin wan.
Çiftçi daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku giringiye didin perwerdeye ü wiha axivi:
"Muhammed zarokeki pir biaqil e. Ji destpeka wezifeye vir da ez her tim dibejim kare me ye heri giring perwerde ye. Perwerde ji çekirina re, peyare ü binesaziye giringtir e."
- Hedefa Muhammed ew e ku bibe doxtor
Çiftçi got imkanen dewlete ji bo welatiyan seferber dikin ü wiha pe da çü:
"Dewleta me dewleteke xwediquwet e, imkanen me hene. Dibe em piştgiriye bidin hewla birayen xwe. Muhammed ew e ve hefteye dest bi xwendina xwe bike. Dibeje 'ez e bibim doxtor'. Bi izna Xwede em e teqib bikin. Em e mesrefa perwerdeya wi bidin. Salek ü 2 salen wi zayi bün. İnşaellah ew e ve telafi bike. Em e ji li kuçe ü kolanan zaroken weki Muhammed bigerin ü perwerdeya wan bidominin. Ji bo piştgiriye bidin malbata wi me simiten ku Muhammede di saleke da bifrota kirin. Em e piştgiriye bidin malbate ji."
Ercan ji bi saya naskirina Qaymeqam Çiftçi disa dest bi perwerdeya xwe kir ü ji ber ve ji kefxweş bü.
Çiftçi ü heyeta pe ra paşe malbata Rojhat Aydin (13) ziyaret kir.
Çiftçi soz da malbate ku ew e mesrefa perwerdeye bidin ü malbate ji soz da qaymeqam ku ew e Rojhat bidin xwendin. -
|