Li Agiriye di mizgeftan da denge 22 hezar zaroken ku ten hini Qur'ane bibin, olan dide.
Serokatiya Kar ü Bare Diyanete isal bi mijara "Bila Mizgeft Tiji Zarok Bin, Exlaqe Wan Bibe Qur'an" xebat da destpekirin ku havine zarok ben mizgeftan ü hini xwendina Qur'ane bibin.
Li ser ve xebate, li navenda bajer, gund ü navçeyan 22 hezar zarok çün mizgeftan qeyda xwe ya qursa Qur'ane kirin ü niha perwerdeye dibinin.
Qursen Qur'ane di 17e Hezirane da dest pe kirin ü we 8 hefteyan dewam bikin.
Ji bo perwerdeya zarokan 911 mamoste dixebitin ku dersen siyeri ilmihal ü ibadete bidin wan.
Zaroken sere sibe bere xwe didin mizgeftan him hini Qur'an ü nimeje dibin, him exlaqe İslame hildidin ü him ji dev ji xeyseten xwe yen nebaş berdidin.
Miftiye Bajer Tandogan Topçu ji nüçegihane AAye ra daxuyand ji bo ku ewladen bixer mezin bibin, feydeya wan bigihije welet ü gel perwerdeya wan a Qur'ane dive he ew biçük in dest pe bike ü wiha axivi: "Her zarok ü ciwane ji navçe ü gunden Agiriye hatin cem xoceyen me ü gotin ew dixwazin hini Qur'ane bibin, me hildan qursen Qurane yen havine. Ji bo ku em perwerdeyeke baş bidin wan wek teşkilata Serokatiya Kar ü Bare Diyanete em amade ne."
"Li bajer 22 hezar zarokan qeyda xwe çekir"
Topçu got mizgeft tiji zarok büne, qurs we heta Eyda Qurbane dewam bikin ü wiha dewam kir: "Li navenda Agiriye, 7 navçe ü hemü gundan tevahi 22 hezar xwendekaren me hene. Hemü zaroken qeyda xwe çekirine bidildari ten, malbata wan ji piştgiriye dide wan. Ez spasiya malbatan dikim ku ew piştgiriye didin zarokan. Qursen me yen havine yen Qur'ane di 17 Hezirane da dest pe kir ü perwerde dewam dike. 2 roj beriya Eyda Qurbane qursen me we temam bibin. Ne bi tene Qur'ana Piroz, agahiyen dini ji feri zaroken me te kirin. Yani ji Misilmaneki ra çi lazim bibe, mamosteyen me hini zarokan dikin." -
|