Serokwezir Binali Yildirim ji bo qetliama İsraile ya li Xezeye got, "Ey zalimen miqedes nenas, yen ku guh nadin xatirate pexember, bizanin bi zulme mirov abad nabe."
Serokwezir Yildirim li Meydana İstasyone ya Diyarbekire beşdari Mitinga "Lanet li Zulme, Piştgiri bo Qudse" ya ku bi mebesta piştevaniya gele Filistine bi diruşma "Bi nave mirovahiye Diyarbekir li meydane ye" bü.
Yildirime ku xelk silav kir pirozbahi li hatina meha Remezana piroz kir got, "Xwedaye derfete nede cudakar ü tekderen ku dixwazin biratiya me tek bidin. Silav li te be ey Diyarbekira bedew, silav ey Diyarbekire wefadar. Diyarbekira emaneta Hezreti Sileman, bi bedena xwe, bi deriye xwe ye Merdine, bi deriye Çiyaye Çilan, bi Koşka Gaziye behna diroke ji te difüre, bi sitran ü kilamen xwe bi xewnen xwe behna çande ji te te, bi sehabeyen xwe bi Hezreti Sileman, bi Mizgefta Mezin behna İslame ji te te. Diyarbekira bajare sehabe ü ensaran. Diyarbekira biraye eskere Osmani, Onbaşi Hesene İdiri ye ku li Qudse nobeda Mescida Eqsaye digirti."
"Eme hemi pirsgirekan çareser bikin bes bila aşiti were"
Yildirim ani ziman ku pirsgirekeke Tirkiyeye tune ku çareser nebe ü got, "Eme hemi pirsgirekan çareser bikin bes bila aşiti were, bila birati ü arami were. Bes bila PKKya rexistina terore ji nav me biqeşite here."
"Reveberiya İsraile ji, reveberiya Amerikaye ji herdu qatil in."
Serokwezir Yildirim derbare qetliama İsraile ya li Xezeye got, "Reveberiya Amerikaye ya ku dibeje ez mezine dinyaye me ji bo ve qetliame be deng ma, tevi ve ji teşwiq kir. Herçiqas qatile 63 birayen me yen Filistini yen şehid reveberiya İsraile be ji, reveberiya Amerikaye ji ji ber ku balyozxaneya xwe veguhast Qudse qatil e." -
|