Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 19:59 
News  > 

Mîrzayê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd hat Tirkiyeyê

24.11.2021 16:41

Mirzaye Weliehd ye Abü Dabiye Mihemed Bin Zayid Al Nahyan li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo ziyareta fermi hat Tirkiyeye.

Wezire Bazirganiye Mehmet Muş ü rayedaren din li Balafirgeha Esenbogaye Zayid peşwazi kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandine ya Serokomariye di civinen we li Enqereye ben kirin da tekiliyen Tirkiye ü Mirektiyen Yekbüyi Yen Ereb (MYE) we ben nirxandin ü ji bo peşvaçüyina wan gav ben avetin.

Ji bili ve mijaren heremi ü navneteweyi ji we ben axaftin.

Mirzaye Weliehd ye Abü Dabiye Mihemed Bin Zayid ü Serokomar Erdogan di 31e tebaxe da li ser telefone axibün ü hatibü daxuyandin ku ew li ser tekiliyen duali ü mijaren heremi axivine.

Erdogan di meha tebaxe da Şewirmende Ewlehiye ye Neteweyi ye MYEye Şex Tahnoun Bin Zayed Al Nahyan qebül kiribü.

Di hevditine da tekiliyen duali, mijaren heremi ü veberhenanen MYEye yen li Tirkiyeye hatibün axaftin.

Seroke Dewlete ye MYEye Gargaş: Civineke diroki ye

Şewirmende Diplomasiye ye Seroke Dewlete ye MYEye Enver Gargaş li ser hesabe xwe ye Twittere der bare ziyareta Bin Zayed da gotibü ew ji bo xurtkirina tekiliyan te kirin.

Gargaş wiha gotibü: "

"Şex Bin Zayed bi Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan ra civineke diroki ü ereni kir Xalen sereke yen civine hevkari ü hevkariya aboriye ye. MYE gavan daveje ü tekiliyen xwe xurt dike. Refah ü peşketinen li hundire welet çawa giring be, ji bo politikaya me ya derva ji giring e." -



 
Latest News





 
 
Top News