Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 17:49 
News  > 

Mîna çavê xwe miqateyî berx û karên ku mizgîniya biharê ne dibin

18.02.2020 15:11

Li Ovacika navçeya Tunceliyê ku li parêzgehê yek ji wan herêman e ku di warê heywandariyê da serkêşiyê dike, piştî ku mih û bizin dizên û berx û karan tînin, di goman da tatêleke nû dest pê dike.

Li Ovacika navçeya Tunceliye ku heywandari le berbelav e, pişti ku seri dikeve pez, ji bo heywandaran tateleke nü dest pe dike.

Li Ovacika ku raqima we 1500 e ü li qontare Çiyayen Munzure ye, heywandaren ku pez xwedi dikin, di sir ü sermaya zivistane da li ber xwe didin ü şev ü roj mina çave xwe miqateyi heywanen ku pe debara xwe dikin, dibin.

Li navçeya ku sitüriya berfe cih cihan digihije 2 metroyan welatiyen ku li Taxa 94e ü herwiha gunden Konaklar, Havuzlu, Paşaduzu, Guneykonak, Çakmakli ü Yaylagunuye pez xwedi dikin, geleki şad ü bextewar in ku seri ket pez.

Pevajoya zayina mih ü bizinan ku li hereme weki mizginiya bihare ji te qebülkirin, di dawiya rebendane da dest pe dike ü di sibat ü adare da xwe baş nişan dide. Heywandar ji ber ku mih ü bizin carinan di zayine da dikevin berze, di goman da nobede digirin da ku mina veterineran midaxale bikin ü wan bizeyinin.

Heywandar ji bo ku kar ü berx beyi pirsgirek ji maken xwe bibin, zehf hewil didin ü herwiha pişti ku pez dize ji, berx ü karan ji maken wan cuda dikin da ku tiştek bi wan neye. Heywandar herwiha van kar ü berxan roje du danan didin ber maken wan ku bimijin ü givrik bibin.

Heywandar Umut Yarar ku li Taxa 94e diji, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da diyar kir ku barina berfe ü herwiha serma ü hişki kare wan zehmettir dike.

Yarar diyar kir ku ew tevi malbata xwe 17 sal e heywandariye dike ü wiha dewam kir, "Li Ovacike niha em li ber şerten giran en demsale li ber xwe didin. Seri ketiye pez ü gelek mih ü bizinen me zan. Ji ber ve çende ji em timi di nava pez da ne ü bi kar ü berxan ra eleqedar dibin. Disa hin mih ü bizin ji ber ku nive şeve dizen, em nive şeve radibin diçin gome da ku we mih an ji bizine bizeyinin.

Digel zehmetiya we ji em geleki ji peze xwe hez dikin. Büyina berx ü karan ji bo me geleki biqimet e. Herwiha ji ber ku em bi wan ra geleki eleqedar dibin ü bi wan ra zehf wext derbas dikin, ji demeke şünda edi ji bo me dibin mina zaroken me." -



 
Latest News





 
 
Top News