Li Serte meşvanen xwedi belge pişti operasyone serkefti yen hemberi PKKya rexistina terore, kewaren xwe dibin zozanen tiji flora ku niha le hizür heye, danine.
Saziya Marqe ü Patente ya Tirk 16 sal bere ji bo hingive Perwariye belgeya nişana erdnigariye dabü ü meşvanen xwedi we belgeye 5 meh bere derketin Zozana Çemikari ya li pala Çiyaye Herekole ye ü niha li wir diminin.
Meşvanen ev bi mehan e ji mala xwe dür in bi nezikbüna derxistina hingiv şa ne ü heviya wan a ji hingive ku bi tehm, aroma ü qeliteya xwe xwedi taybeti ye, geleki zede ye.
Zozan ü çiyayen ku ji PKKya rexistina terore hatine paqijkirin ji bo şivan, gavan ü meşvanan bün deriye debare ü meşvanen niha li wir kewaren xwe danine mina roniya çaven xwe li meşen xwe xwedi derdikevin.
Ji meşvanan Cemal Tomris daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ew bi hizür niha li ser kare xwe ne ü heviya wan a ji hingive isal zede ye.
Tomris destnişan kir ku li zozan bi qasi 350 kewaren wi hene ü wiha pe da çü: "Ev kar ji bav ü kalen me ji me ra maye ü nifşa 4an e ku em vi kari dikin. Li Zozane Çemikare ya ber pala Çiyaye Herekole em meşan xwedi dikin. Ji kewaren li zozanen van deran bi qasi 2 hezar ton hingiv derte."
Hingive Perwariye ku ji heyama Osmaniyan va bi nav ü deng e bo nexweşan wek derman te binavkirin.
Ji meşvanan Munevver Uslu ji got ku ew 5 meh in ji malbata xwe dür e ü wek hevalen xwe di holiken ava kirine da diminin.
Uslu destnişan kir ku di demeke nez de ew e dest bi derxistina hingiv bikin ü wiha pe da çü: "Meha peş me pişti ku me hingive xwe ji kewaran derxist em e bere xwe bidin malen xwe. Ji niha va hedi hedi em amadehiyen xwe dikin. Em e hingiv derxin, par zede tunebü le isal hingiv zede ye. Bi izna Xwede pişti evqas ked ü xebate we isal dile me xweş bibe."
Meşvan Muaz Aygun ji ragihand ku wi par ji 310 kewari bi qasi 2 ton hingiv derxist le isal hevi dike ku bi qasi 3 ton ü 500 hezar kiloyi derxe. -
|