Mesüd Barzaniye Seroke Herema Kurdistana Iraqe destnişan kir we dev ji "referanduma serxwebüne" bernedin.
Barzani daxuyani da televizyona France 24e ü destnişan kir li Herema Kurdistane we di 25e İlone da "referanduma serxwebüne" be çekirin.
Mesüd Barzani li ser pirsa "Hün çima niha diçin ser sandoqe ü referandume dikin?" wiha got: "Em çima niha nekin? Referanduma serxwebüne gelek caran hat taloqkirin. Heger em bibejin bila pirsgirek ji hole rabin, li hereme istiqrar çebe we çaxe ihtimaleke mezin em e zehf bisekinin. Bi vi awayi ihtimaleke mezin em e nikaribin ji bo referandume deme eşkere bikin."
Barzani li ser pirsa "Gelo we referanduma serxwebüne be betalkirin yan ji taloqkirin?" wiha xeberda: "Ev biryar paşva naye kişandin. Ev biryar hatiye dayin. Referanduma serxwebüne we di 25e İlone da be kirin."
Mesüd Barzani li ser pirsa "Dewleten cinar yen weki Tirkiye ü İran, hevalbend ü mutefiqen weki DYA ü Yekitiya Ewropaye (YE) berteken neyini nişani biryara referandume dan, hün der heqe ve da çi dibejin?" destnişan kir tu kes li diji çekirina referandume dernakeve, tene fikar ü metirsiyen xwe ye ji bo pişti 25e İlone dibejin ü wiha dewam kir: "Rewşa heyi ya di navbera hikümeta heremi ü hikümeta navendi da edi dewam nake. Ji bo herem nebe gola xwine çi bikeve ser mile me dive em bikin. Heger li dereke şer hebe we şereki mezin be."
Barzani lir pirsa "Di navbera peşmerge ü arteşa Iraqe da yan ji bi Heşdi Şebiye ra we şer dekeve?" wiha axivi: "Ez nikarim ve bibejim. Tekiliyen me yen bi Heyder Ebadiye Serokwezire Iraqe ra baş in. Em li ser mijaran bi hev dişewirin."
Mesüd Barzani der bare mijara li hereme hebüna hezen biyani da diyar kir pişti rizgarkirina Müsile dive li hereme hezen çekdar hebin.
Barzani li ser pirsa "Pişti referandume we hilbijartina serokati ü meclise hebe, hün e bibin namzed yan na?" wiha got: "Ez e di hilbijartinen be da nebim namzed." -
|