"Kuliçeya Eligor" a tescilkiri ku li Şanliurfaye ji tamen sereke yen eyde ye, bi nezikbüna Eyda Remezane xwe li ciye xwe ye li ser dezgehan ediland.
Kuliçeyen ku li hereme li gelek bajaran berbelav e ü li Şanliurfaye ji büye kevneşopi, ve eyde ji de sifreyan bixemiline. Kuliçeyen ku ji ar, rün, şir, hek, kunci ü 7 cure baharatan ten kirin, bi çaye ra ikrami mevanan dikin. Ji ber ku di çarçoveya tevdiren cureya nü ya virusa koronaye (Kovid-19) da isal ji ziyareten eyde qedexe ne, welati kuliçeyan weki diyari ji ciran ü eqrebayan ra dişinin.
Mikail Demire ku kuliçeyan çedike ji peyamnere AAye ra diyar kir, kuliçeyen ku li Şanliurfaye kevneşopi ne, betir beri eyde ten tercihkirin ü her wisa hinek welati li male bi xwe çedikin, hinek ji ji pastexaneyan dikirin.
Demir bal kişand ku çekirina kuliçeyan bi zehmet e ü pisporiye dixwaze ü wiha dewam kir, "Kuliçeya Eligor a me mina çiga me ji tamen resen en Şanliurfaye ne. Li cem me diroka kuliçeye vedigere sedsalen bere. Welati di eydan da ikrami mevanan dikin. Li heremen din loqim, şekir ü çiqolete ikrami mevanan dikin, li ve dere ji kuliçeyan ikram dikin. Ji Eyda Remezane ra hindik ma ü kare me ji zede bü. İnsan isal ji ber şewba virusa koronaye kuliçeyan weki diyari ji ciran ü eqrebayan ra dişinin.
Mehmet Demir ku ew ji kuliçeyan çedike, diyar kir ji ber 7 cure baharat ü melzemeyen din en ku dikevin nave, kuliçeya Eligor ji yen din cuda ye. -
|