Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soylu got "Duh disa hewl dan ku ji ciheki teqemeniye bixin welate me. Ez cihe we nabejim, lewra operasyona me didome. Me nehişt, me nexist Tirkiyeye."
Soylu li Beyogluye li Meydana Arbacilare ya Taxa Keçeci Piriye bi nüneren saziyen civaki yen sivil, rispi ü welatiyan ra hat bal hev ü wir axivi.
"Me bi operasyone nehişt ku teqemeniye bixin welate me"
Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soylu got "Duh disa hewl dan ku ji ciheki teqemeniye bixin welate me. Ez cihe we nabejim, lewra operasyona me didome. Me nehişt, me nexist Tirkiyeye. Em ji bo ve tekoşineke mezin didin. Hewl didin ku Tirkiyeye qels bikin, naxwazin ku bigiheje hedefen xwe."
"Em payeye li vi welati nadin tu kese ku tekiliya wan bi rexistina terore re heye"
Soylu axaftina xwe wiha domand:
"Me bi eşkereyi hemü gotin, nikarin ji bo yeki ji itiraz bikin. Nikarin ji bo yeki bibejin 'ev PKKyi nine' ü itiraz bikin. ya ku dibejin ev e; nexwe Lijneya Hilbijartine ya Bilind çima destür da ve. Tu le binere ka ez Wezire Karen Navxweyi me, heke ev PKKyi ben hilbijartin ka de bikarin dest bi kar bikin yan na ve ji min bipirsin. Em ve payeye li vi welati nadin tu kese ku tekili ü pewendiya wan bi rexistina terore re heye. Ev qas eşkere ü zelal e."
"Dixwazin ku aramiya Tirkiyeye je bistinin"
Soylu wiha axivi: "Dixwazin ku nave teroristan li kuçeyen me bikin. Nebejin ev nabe ha... Heye va ye li vir li Beyogluye keseki ku dibejine Alper Taş heye. Merikeki ku li ber weneye Apo, nizam li kijan akademiye wir idealen xwe ü nerina xwe qise dike heye. Ez niha dixwazim ve bibejim. Zikr ü fikre van ji diyar e. Dixwazin ku aramiya Tirkiyeye je bistinin. Ev qas eşkere ü zelal e."
Tekoşina diji hişbire
Soylu bal kişand ku tekoşina diji hişbire bi biryardari dewam dike ü wiha axivi:
" "Li Ewropaye di milyoneki da 24 kes ji hişbire dimirin. Li vir niha di milyoneki da 8 kes ji hişbire dimirin. Bi qasi ji seyan yeke we ye. Em e he betir kem bikin, daxin. Em e ve tekoşine betir bidominin." -
|