Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 01:27 
News  > 

Malbatên Ji Sûriyeyê Piştgirî Dan Operasyona Çiqlê Zeytûnê

24.02.2018 14:43

Malbatên ji Sûriyeyê yên li Diyarbekirê piştgirî dan Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrîna herêma Sûriyeyê didomîne.

Malbaten ji Süriyeye yen li Diyarbekire piştgiri dan Operasyona Çiqle Zeytüne ya ku Arteşa Tirkiyeye li Efrina herema Süriyeye didomine ü xwestin ku bira herem ji rexistinen terore were paqijkirin.



Mihemed Çerçenaziye endezyare elektrik elektronike ye ku ji vir 5 sal bere bi malbata xwe ra li Diyarbekire bi ci bü daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku ji ber zexta rexistinen terore welate xwe terk kirin.



Çerçenazi diyar kir ku welaten mezin en weki Amerikaye rexistinen terore kontrol dikin ü wiha axivi: "Hemü rexistinen terore weki hev in. Amerika guh nade yekitiya erde Süriyeye ü hewl dide ku zeyif bixe, ji bo parçekirina welet piştgiriye dide komen terore. Amerika piştgiriye dide hin koman li diji hev dide şerkirin. Li ve hereme nifaqe dixe nav mislimanan."



Çerçenazi got kijan kom dibe bira bibe, çiqas silahen hebin ji terorist her tim tirsonek in ü wiha pe da çü: "Ew Kurden li Efrine dijin ü kesen din weki mertal bi kar tinin. Baweriyeke YPG/PKKya rexistina terore tune. Fikreke wan tune. İnsanan bi kar tinin ji wan dixwazin ku insanen din bikujin. Keseki ku bawermend be keseki din nakuje. Ev li ser reya heq ninin."



"Her kes dixwaze vegere"



Çerçenazi got ku ji bo leşkeren tevli Operasyona Çiqle Zeytüne büne dia dikin ü wiha axivi:



"Teroristen YPG/PKKyi xani hilweşandin, agir beri dikanan dan. Amüren dikanan didizin. Merivan ditirsinin ü dikujin. Ji bo ku hizür were hereme em piştgiriye didin operasyona ku Tirkiyeye da destpekirin."



Çerçenazi got ku ji bo Tirkiye bi ser bikeve dia dikin ü wiha peda çü: "Heke operasyon bi ser bikeve, terorist ji Süriyeye derkevin, penaberen ji Süriyeye yen li hemü ciyan dixwazin vegerin welate xwe. Her kes dixwaze vegere. Ji bo ku ji teroristen li we dere xilas bibin em dia dikin." -



 
Latest News





 
 
Top News