Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 01:37 
News  > 

Malbatên gihîştin ewladên xwe hêviya Dayikên Diyarbekirê zêdetir kirin

10.07.2020 13:27

127 malbat çalakiya rûniştinê ya bi hêviya bigihêjin ewladên xwe yên bi salan e ji wan hatine dûrxistin, didomînin.

Bi xera çalakiya rüniştine ya Dayiken Diyarbekire ku li peşya avahiya HDPye ya Diyarbekire dan destpekirin heta niha 14 malbat gihiştin ewladen xwe ü ev yek ji bo malbaten nobete didominin bü hevi ü çave wan li reya ewladen wan e.

Hacire Akara HDP wek berpirse revandina kure xwe dit ü di 22ye Tebaxa sala 2019an da çalakiya rüniştine dabü destpekirin xer ji berteka xwe dit ü di 24e Tebaxe da gihişt ewlade xwe. Tevgera Hacire Akare ji bo malbaten din en ku xwedi heman derd ü kesere bü minak.

Malbaten xwedi heman derdi ku kezeba wan diperite ü çave wan li vegera ewladen wan e ji bi heman armance di 3e İlona sala 2019an da dest dest bi çalakiye kirin.

Dayiken Diyarbekire yen ku HDPye weki berpirsyare revandina ewladen xwe yen li sere çiye dibinin di çalakiya xwe da 311 roji li pey xwe hiştin.

14 malbat gihiştin ewladen xwe

Bi telimata Serokomar Recep Tayyip Erdogan ü Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soylu va ji bo ku dayik bigihejin ewladen xwe hezen ewlehiye xebaten xwe yen qanikirine zedetir kirin.

Di encama çalakiya rüniştine ya bi biryardari dewam dike da ü hewlen qanikirine yen hezen ewlehiye va heta niha 14 malbat gihiştin miraze xwe ü ewladen xwe teslim hildan.

Malbaten niha çalakiya rüniştine bi sebr ü biryardari didominin dema behevi dibin bala xwe didin malbaten ku gihiştine miraze xwe ü wan minak hildidin. Weneyen ewladen xwe hildane deste xwe ü li benda roja vegera wan in.

Pişti Hacireye Hatice gihişt ewlade xwe

Hacire Akar a bi çalakiya xwe ya rüniştine ya 4 rojan dewam kir va gihişt ewlade xwe ü pişti we ji Hatice Ceylan di 10e Berfanbara 2019an da gihişt kure xwe Cafere 5 sal bere revandibün sere çiye.

Husniye Kaya gihişt qiza xwe

Ji bo Husniye Kayaye ji mizginiya xere di 26e Berfanbara 2019an da hat dayin ü qiza we Mekiye Kaya ji kampen PKKya rexistina terore ya li bakure Iraqe reviya ü teslimi hezen ewlehiye bü.

Ji ber hatina neviye xwe gelek şa bü

Halime Kadran tevli qiza xwe G.A.ye ji bo neviye xwe İbrahim Halil Kadran beşdari çalakiye bün ü ew bi saya xebaten hezen ewlehiye va gihişt pira xwe ü meta xwe. Pirik Kadran bi hatina neviye xwe gelek şa bü.

Malbata Açane pişti hesreta 4 salan dewam kir gihiştin ewlade xwe

Metin Açane di 13e Rebendana 2020i da ji bo kure xwe ye ku 4 sal bere bi xapandin revandin sere çiye beşdari çalakiya rüniştine bü ü ew di 4e Sibata 2020i da tevli xanima xwe Necla Açane gihiştin ewlade xwe H. Açane li Deriye Sinore Xabüre ya nezi Silopiya navçeya Şirnexe teslimi hezen ewlehiye bübü.

Malbata Eşrefoglu ji gihişt miraze xwe

Nizamettin ü Aslihan Eşrefogluye ku ji bo ewlade xwe beşdari çalakiya rüniştine ya Dayiken Diyarbekire bübün di 11e Sibate da gihiştin ewlade xwe Huseyine ev 5 sal bü neditibün.

Gevriye Ayhana çave we li re pişti 5 salan qiza xwe hembez kir

Gevriye Ayhana ji Kayapinara navçeya navendi ya Diyarbekire beşdari çalakiye bü di 16e Sibata 2020i da gihişt qiza xwe Peldaya teslimi hezen ewlehiye bübü.

Malbata Aslan pişti 6 salan gihiştin kure xwe

Melik ü Melek Aslana ku ji Karakoçana navçeya Erzirome bo ewlade xwe hatibün Diyarbekire ü bi hesreta ewlade xwe tevli çalakiye bübün ji di 18e Sibata 2020i da pişti 6 salan gihiştin kure xwe Volkane ku teslimi hezen ewlehiye bübü.

Mutebera dayik 5 sal şünda kure xwe hembez kir

Muteber Birlika 5 sal hesreta kure xwe ma di 25e sibata 2020i da gihişt kure xwe. Veysiye ji PKKya rexsitina terore revi ü teslimi hezen ewlekariye bü bi dayika xwe ra hat ba hev.

Cahideya dayik kure xwe ye di 16 saliya wi da revandibün hembez kir

Mehmet Nure bi Cahide Nura dayika xwe ra ji Çinara Diyarbekire hat ü beşdari çalakiye bü gihişt Mehmet Emin Alkane biraye xwe ye 5 sal bere di 16saliya xwe da hatibü revandin.

Şahizeya dayik ji mizgini hilda

Şahize Altinkaynaka ji bo Halise Alptekina (32) qiza xwe ya 6 sal bere revandin çiye ji Dargeçita navçeya Merdine hat ü beşdari çalakiye bü ji mizgini hildan. Altinkaynake bi salan şün da qiza xwe hembez kir ü giriya.

Naimeya dayik gihişt qiza xwe

Tekoşin Açara (27) di 9e adare da teslimi hezen ewlekariye bü ji pişti hesreta 6 salan bi Naime Dalmişa dayika xwe ya li Diyarbekire çalakiya rüniştine didomand ra hat ba hev.

Naime Dalmişe qiza xwe hembez kir ü giriya.

Bav ü kur li nexweşxaneye hatin cem hev

Haşim Açare di 9e adare da bi iqnaya hezen ewlekariye teslim bü ji ji bo dermankirine rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Şanliurfaye. Bave wi li nexweşxaneye ew dit.

Bave astengdar gihişt kure xwe

Cemal Ertaşe astengdar e çalakiya rüniştine didomand ji pişti xebaten iqnakirine yen cendirmeyan 8 meh şünda duh gihişt Ramazan Ertaşe (20) kure xwe.

Malbaten çalakiye didominin hevidar in

Nazli Sancara ji bo Şeymaya qiza xwe ya ji Wane hat beşdari çalakiye bü diyar kir ku qiza we 13 sali bü ü bi zore revandin çiye.

Sancare got 9 sal e hesreta qiza xwe dikişand ü wiha axivi: "Şev ü roja me tev hevdu bibün. Em bi xelayan rabün ü rüniştin. Min li her ciyi kemasiya qiza xwe dikişand."

"Bi izna Xwede em e bigihijin ewladen xwe"

Sancare got 14 malbat gihiştin zaroken xwe ü wiha pe da çü: "Ew ji ewlade me ye. Em geleki şa bün. Motani ku qiza min hatiye şa büm. Em e hetani dawiye tekoşine bidominin. Hetani qiza xwe hilnedim ranabim. Min qiza xwe ji bo HDPyee ü PKKye neani dinyaye. Min qiza xwe ji bo welet ü gel ani dinyaye. Xeyala qiza min ew bü ku bixwine."

Sancare bal kişand ku çalakiye encam da ü wiha axivi : "Em berhewae rünanin. Em li navnişana rast in. Bi izna Xwede em e bigihejin ewladen xwe. Bira her kes were ewlade xwe bixwaze. Bi izna Xwede keda me berhewa nabe."

Songul Altintaşa ji bo Muslume kure xwe dest bi çalakiye kiribü diyar kir ku ew e çalakiye bidominin.

Altintaşe ji kesen piştgiri dan wan ra sipas kir ü wiha pe da çü: "Ez bawer dikim ku zaroken me ye werin. Ew zarokana zaroke van de ü bavan e. Dema de ü baven xwe bibinin ew e werin. Navnişan rast e. Xwede ve şahiye texe nesibi her kesi. 14 zaroken me hatin. Çalakiya me digiheje armanca xwe. Em geleki şa bün, aqübet li ser me giştan be." -



 
Latest News





 
 
Top News