Dayikeke din ji beşdari dayiken Diyarbekire bü ku li ber Serokatiya HDPye ya Bajare Diyarbekire çalakiya rüniştine dikin ü idia dikin ku zaroken wan bi deste HDPye revandine birine sere çiye.
Çalakiya dayikan a di 3ye İlone da li ber Serokatiya Bajer e HDPye dabün destpekirin kete roja xwe ya 67emin. Hejmara malbaten beşdari çalakiye bün ji gihişte 56an.
Dayik ji bo ku bigihejin zaroken xwe di deste wan da weneye zaroken wan çalakiya rüniştine didominin.
Necibe Çiftçiya dayik got ku ew ji bo ditina Roşate kure xwe ji Hekariye hatiye Diyarbekire ü wiha axivi: "Kure min 5 sal beriya ve hat revandin. Kure min we çaxe 16 sali bü. Ez ji bo ditina kure xwe li vir im. Kure min HDPe revand."
Dayik Çiftçiye got ku rexistina terore Sami Çiftçiye kure we mezin ji kuştiye ü wiha dewam kir:
"4 zaroken wi hebün. Çimki piştgiri neda wan rexistine ew kuşt. Li peş çave zaroken wi ew kuştin. Me cesede wi pişti 2 sal an dit. Ewil kure min ye biçük birin çiye ü piştra kure min ye mezin kuştin." -
|